DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Ji dema dagirkirina rêxistina DAIŞ’ê ji Muslilê û raghandina xîlafetê, xeterî li ser Îraqiyan mezin dibû bi giştî û li ser Îzdiya bi taybet, tevî vê jî tu tedbîr tune bûn li ser asta Îstrarîjîk ji bo li hember DAIŞ’ê bisekinin weke rêxistinek xeternak faşîzim û hov di nava refên xwe de sûcdar û mêrkuj hewand,

Tevî wan xeteriyên mezin Şengal di 2014-8-3 bi tena xwe li pêş çaresûsa xwe rû bi rû ma, ya herî xeternak ku Rêveberiya Îzdî hat veşartin bi kiryarên çend aliyan, ji ber vê yekê tu hêz tune bû ji bo parastina gelê Îzdî bikin ji xeynî tiştê ku Tevgera Azadiya Kurdistan pêşkêş kirin ya ku ji destpêkê van xeteriyan nas dikir.

Di destpêkê de DAIŞ’ê zarok û mezin dikuşt, piştre jî jin direvandin.

Yekîniyên Parestina Gel û Jin ji Rojava berê xwe dan sînorê Îraqê ji bo li hember dagirkeriya DAIŞ’ê bisekinin, û vekirina deriyê mirovahiyê li ber bi sed û Pêncî hezar ji gelên Îzdî ji zarok û mezinan, di operasiyonek mezin de, dibe ku dewletan nikaribûn wisa bikin, rihê fedekariyê û berxwedanê derket li cem ciwanên keç û xort bi piştgiriyek mezin ji netewa Kurd ji hemû parçeyên kurdistanê. Ew raghandinek bû ji bo destpêkirina rêxistinkirina refan û li ser xweseriya xwe bisekinin, û piştgiriya Tevgera Azadiya Kurdistanê bikin ji bo kar bikin li ser rêxistinkirina refên ciwanan weke hêzek leşkerî, û ji aliyekî din ve dest bi şerê DAIŞ’ê bikin ji bo rêzgarkirina Şengalê û cihên pîroz yên tê de, ew e ku tevahî cîhan şahîd kir, ku xwestin û vîna derket encamên wê rêzgarkirina Şengal bû li ser destên Hêzên Berxwedana Şengalê, Hêzên Parastina Gel ya Kurdistanî û Yekîniyên Parestina Gel bi piştgiriya Koalîsyona Navnetewî.

Keç û xortên Îzdî karîbûn û bi şêwazekî rêxistinkirî DAIŞ’ iyan derxînin ji şengalê û rêzgarkirina Gorên pîroz ji wan sûcdaran.

Em vê roja reş bibîrtînin ya ku li tomarên tewanbar zêde bû yên li der heqê gelên Îzdî pêk hat, em bi rêzdariyek mezin hemî şehîdên Şengalê bi bîrtînin. Tiştê ku çêbû û çêdibe ferz dike li ser gelê Şengalê û hemû gelan dîrokê vegerînin û dersan jê derxînin û pilanên Îstratîjîk deynin ji bo parastina xweser di çarçoveya xwedîbûna vîna azad ji bo pêşîgirtina dûbarkirina xeteriyan ya ku hîn jî derdora Şengaê ye ji hemî aliyan. Ew e ku divê gelê Îzdî vegerin  herêmên xwe û rêveberiyên xweser pêşbixin, ji bo temamkirina sînaryoyê û zêdekirina tecrûbeya heyî bi hêz bibe divê em banga Yekîtiya Refa Kurdistanî bikin di derbarê li dar xistina kongreya Kurdistanî ya ku karibe îstratîjiyek temamkirî deynie ji bo parastina Şengal û Hemî parçeyên Kurdistanê, û parastina deskeftiyên heyî yên bi saya fedekariyan hat kirin û yên ku gelê kurd pêşkêş dikin.

Dilsoziya bi şehîdên Şengalê û şehîdên berxwedana Şengalê ferz dike ku bi lez erkên li ser mile me hemûyan pêk bînin li ser asta siyasî, leşkerî û rêveberî.

Em tiştê ku li Şengal pêk hat bi bîrtînin û em hemû fermanên li ser Îzdiyan ku pêk hatin jî bibîr tînin, û ew têk nebir û têk nabe, em daxwaziya dilsoziyê ji wan fedekariyan dikin di der barê zêdebûna derketina ji rêxistinê û yekîtiya refê, û xûrtkirina eniya Kurdistanî, û redkirina hemî destwerdanên derveyî, û pilanên dagirkeriyên yên ku kurdan hedef digrin ku wan parçe û koçber bikin û ax û dîroka wan kontrol bikin.

Meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD  

2020-8-2  

Back to top button