DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

“Di demeke wiha de Rêveberiya Xweser a demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide bersiva êrişên dewleta Tirk a faşîst ên bi çekên pêşketî yên NATO`yê û bersiva îstixbarata dewleta Tirk, artêşa wê û çeteyên wê yên ji bermahiya DAIŞ`ê û komên din ên terorîst bide. Her wiha li gel zextên siyasî û dîplomasî û şantajên li dijî her kesê nêzî Rêveberiya Xweser dimeşîne, serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li şûna hikumeta Erdogan diaxive. Em daxuyaniyên Mesrûr Barzanî wekî helwesteke dijberî berjewendiyên gelê Kurd, rewakirina dagirkeriya Tirk û xizmetkirina wê dihesibînin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di oxira rizgarkirina herêmên Rêveberiya Xweser a demokratîk ji DAIŞ`ê û yên li pişt wê disekinin de, nêzî 4 hezar şehîd da, ji ber wê yekê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji PKK`ê re minetdar e. PKK partiyekî kurdistanî ye ji bo hebûn û rûmeta Kurdan li her derê û bê bedîl têdikoşe. Li şûna van daxuyaniyên ku refa kurdî parçe dikin, diviyabû ku hevkariya hikumeta herêma Kurdistanê jî bi me re di wê astê de bûya.

Eger ev axaftin ji bo şîretkirinê ye, şîretên me jî ji wan re hene ku bila li çarenûsa kesên bi mêtîngeriya Osmanî û dewleta Tirk a nûjen re li hemberî serhildan û şoreşên gelê Kurd hevkariyê dikin, binêrin. Bila ji trajediya pêşiyên xwe û trajedya gelê Kurd ya ji ber kiryarên faşîzma Tirk ên kevn û nûjen, dersan bigirin û berî ku wexta wê derbas dibe, jê dûrkevin. Ji ber ku gelê Kurd êdî dîroka xwe dixwîne û li kiryarên mêtîngerên Kurdistanê yên ji beriya bi sedan salan û heta roja me ya îro serwext dibe û bi îsrar e ku dîrok xwe durbare neke.”

Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD

2021-11-22

Back to top button