DaxuyanîJinManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Her serdemek mezinatiya wê heye û mezinahiya herî mezin di serdema dayika xwedawenda karakterek pîroz de ye, ku jiyan di her tiştî de diherike û tê de zilm, koletî û şikestin tune ye, û dîrokê ev yek bi destanan û lehengiyên herî xweş bi gotinên ku di kûrahiya dîrokî ya mirovahiyê de dikole nivîsand, lê belê di siya sereweriya rêjîma baviksalarî ya bi zihniyeta desthilatdar a çewisandina jiyana demokratîk di navbera tevahiya beşên civakê temsîl dike; serdema dayikbûnê veghurî serdema koletî û zihniyetên baviksalariyê, îro bi lezbûna hêzên desthilatdar di serdemekê de ku hêza çekan serdest bûye, tu cih ji ewlehî û aştiyê re nema ji bilî cihê ku têkoşîn û berxwedan ji bo vegerîna rengê jiyanê ji xwezaya wê ya dayikê, tevî hemû cûreyên şer û xerabiyê ji hêla pergalên desthilatdar ên ku cîhanê kontrol dike û di serî de dewleta Tirk a dagirker, li cihê ku gelên li ser xaka Mezopotamyayê dijîn cûreyên herî hovane pêk anî, bi taybetî jî komkujiyên wê yên li dijî jina têkoşer a ku ji bo dengê xwe û dengê hemû jinan bigihîne ewlekariya herî bi qîmet daye, ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê jinê êş û îşkence kişand her wiha ji xaka xwe bi zorê koçber bû û der heqê wê kuştin pêk anî û ne ev tenê, di encama siyaseta şerê taybet ya ji hêla hêzên ku demokratîkê û azadiyê red dikin rewşên tundiya li dijî jinê ji kuştin û xwekuştinê zêde bû;

Carinan bi navê namûsê û carinan jî bi navê urf û adatan, ev hemû dikeve xizmeta dagirkeriya Tirk ku rastiya jina têkoşer ya azad nas kir, û nas kir ku jina azad tê wateya civaka azad, ji ber vê yekê tevahiya rêbazan pêk tîne ji bo tunekirina vîn û têkoşîna jinê,

Ji ber vê yekê û di roja cîhanê ya li dijî tundiya li ser jinê weke jinên têkoşer berpirsyariya me di xelas kirina tevahiya jinan ji koletiyê û ji tundiya der heqê wê bi têkoşîn û îsrarê ye, êdî em ê rêzeçalakiyan li dar bixin ji bo roja cîhanê ya tundiya li dijî jinê di der barê meha Mijdarê de, wê bernameya hemeleyê wiha be:

Dayîna semînerên tabeytî jinan li gund, bajarok û navçeyan her wiha li kampan li ser cureyên tundiya li ser jinê, zagonên jin û zewicandina bi temenê biçûk.

Em di Meclisa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD soz didin hemû hevalên jin û tevahiya şehîdan li ser şopandina riya wan û bidestxistina armanca wan bi avakirina civakek azad tê de jin bi azadî û wekhevî di tevahiya warên jiyanê de dijîn.

Ka em yek dest bin ji bo têkbirina teror, tundî û koletiyê.

Bijî jina têkoşer ya azad.

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-11-21

Back to top button
Close