ÇalakîDaxuyanîManşêtPYD

Daxuyanî ji bo raya giştî

Partiya Yekîtiya Demokrta PYD, îro roja Çarşemê di dîroka 30’ê hezêranê, kongreyek çepemeniyê li navenda xwe li bajarê Qmişlo li dar xist, der barê girtina endamên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Kurdistanê ji hêla desthilatdariya Hewlêrê.

Wiha di daxuyaniya ku hevsrokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Enwer Muslim da hat.

Di demekê de ku hewcdariyên me hemûyan bi yekîtiyarefanê, yekîtiya helwestê û giyanê berpirsyariya exlaqî nîşan bidin ber gelê me, cudahiyan red bikin û kar bikin li ser redkirina jihevqetendinê ya ku Tirkiyeyê hewil dide ku di nava kurdan çêbiek, di 10’ê Hezêranê de endam û nûnerên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Cîhad Hesen, Mustefa Osman Xelîl û Mustefa Ezîz Mistê ji hêla desthilatdariya Hewlêrê li herêma Kurdistanê hatin girtin, ji wê demê ve me bi kikumeta herêmê re axivîn bi awayekî biratî ji bo naskirina çarenûsa hevalên me û sedemên girtina wan ya dûrî urfên dîblomasî.

Em di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD de berpirsyariya tam hildigrin li ser desthilatdariya herêmê ji her xeterek li ser hevalên me û ewlehiya wan, û daxwaza me berdewam e ji bo naskirina çarenûsa nûnerê partiya me li herêma Kurdistanê.

Îro em daxwaza xwe nû dikin li pêşiya raya giştî ji desthilatdariya herêmê re ku bi lez çarenûsa hevalên me eşkere bikin û wan berdin.

Agahiyên ku derketibûn li ser çarenûsa wan em dişopînin, bi taybet piştî agahiyên ku endamên me hatin şandin ji aliyên dijmin re.

Em îfade dikin ku gava girtin û çarenûsa nediyar ji hevalên me re, hedefgirtinek eşkere ye ji partiya me re û destkeftiyên wê re û armancên wê di pêkanîna yekîtiya refê û helwesta di navbera partiyên siyasî.

Xwendina bi baldarî ya kiryarên desthilatdariya Hewlêrê tenê di kategoriya hêsankirina hewildanên gihîştina mebestên dewleta Tirk û rejimên ku doza me desteser dikin de cih digire.

Back to top button