DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Em di qonaxeke hesas li ser asta kurdistanê derbas dibin ji hêlekê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser başûrê Kurdistanê û li ser Hêzên Tevgera Kurdistanî û ji hêlekê din jî şerê taybet ya dewleta Tirk pêk tîne li ser tevahiya gelê me bi armanca tevliheviyê çêke di navbera gel de û têkbirina destkeftiyên ku gelê me bidestxitine û  di dema ku em hewcdariyên ji hevgirtinê ne ji bo parastina destkeftiyên me, hewildanên ku tê kirin ji bo temamkirina diyaloga kurdî, di pêşketinek xeternak de nûnerê têkiliyan di partiya me de Osman Xelîl û enadamê lijneya têkiliyan li Hewlêrê Mustefa Ezîz Mistê, li gel Cîhad Hesen nûnerê Rêveberiya Xweser ku ji hêla hêzên girêdayî Partiya Demokratîk a Kûrdistan PDK hatin girtin, di dema çûyîna wan ji bo pêşwaziya mêvanan bikin li balafirgeha Hewlêrê.

Mîna van kiryaran ku nakeve berjewendiya mafê gelê me, desthilata herêmê wê encamên wê hilbigre, û ev dikeve xizmeta dijminan yên ku hewil didin ku fitneyan biafirînin û li pêşiya her nêzîkatiyek kurd çêbibe bigrin, ew sûceke ku dikeve dîroka wan bi dewleta Tirk re di riya hevpeymanan, û hevkariya bi wan re li ser pêkanîna wê bi her awayekî.

Em di Meclisa Partiya Yekîtiya Demokrat PYD de em bi fikarin ji van pêşketinan bê berpirsyar û em dibînin ku bêdeg nemînin der barê tiştê ku pêk tê û binavkairina tiştan bi navê wê, em bi tundî van binpêkirinên xeternak û ne berpirsyar ya ku li hember hevalên me pêk hat ji hêla desthilata herêmê şermezar dikin, em bi îsrar daxwaz dikin ku van çalakî û kiryarên muxalifî zagon û destûrên civakî bisekinînin, ya ku zirarê dide daxwazên gelê kurd, pirsgirêk û nakûkiyên wê zêde dike û valahiyêdi navbera aliyên siyasî fireh dike. Her wiha em her tevger tu aliyekî şermezar dikin ku armanc dike mafê berxwedanê bixe li dijî sûcên artêşa dewleta Tirk ên sîsteatîk ya ku gelê me yê kurd û binesaziya wê ya sivîl û aborî armanc dike.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-6-10

Back to top button