DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Bi sedema êrîşa hovane ji hêla dewleta Tirk li ser kampa Mexmûrê, em vê êrîşa ne ligorî rêgez û zagonên mirovî û navdewletî şermezar dikin, dewleta Tirk bi çekên xwe kampa ku sivîl tê de bi cih bûne bombebaran kir, her wiha balafira dagirkeriya tirk çiyayê Kurigaru nêzî bajarê Şêladizê li navçeya Amediyê li parêzgeha Dihokê bombebaran pêk anî.

Hevdem li gel bombebarana balafirê şer yên girêdayî wê, duh Şemiyê, êrîşên hewayî li ser Til Carcil û li derdora wê li herêma Metîna herêmên parastina rewa pêk anî. Di der barê van êrîşan û avakirina ftine û komployan 6 ji leşkerên Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, dagirkeriya Tirkiya armanc dike ku şerekî kurdî Kurdî çêke, ji ber vê yekê divê Partiya Demokratîk a Kurdistanê li dû van komployan ne meşe ya ku dewleta Tirk diafirîne ji bo parçebûnekê di navbera gelên Kurdistanê de çêke.

Êrîşên Tirkiya xeteriyek rastîn li ser tevahiya erdnîgariya Kurdistan û gelê wê çêdike, her wiha ev êrîşê tê di nava bêdengiyek sîstematîkî û gumanbar ji hêla hikumeta başûrê Kurdistanê li hember van êrîşan ku wê gelek pirsgirêkan li ser tevahiya gelê Kurdistanê bîne, siyaseta dûrbûnê tu sûd jê nayê girtin li hember van êrîşan ku xeteriyek rastîn li ser gel û destkeftiyên wê ye, ji ber ku çarensûna gelê kurd û pêşeroja wê, hebûna wê ya hevbeş yeke parçebûnê red dike.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD di dema ku em tevahiya operasyonên ku dewleta Tirk pêk tîne şermezar dikin, em bang li gelê kurdistanê dikin ku li ber xwe bidin li hemberî van opersyonên hovane, her wiha bang li hikumeta Îraqê û ya herêma Kurdistanê dikin ku van êrîşan rawestînin û berpirsiyarî û peywirên xwe yên mirovî, exlaqî û qanûnî bigrin ser milê xwe, her wiha helwestek cidî bigrin ber êrîşên Tirkiya û parastina sînorê xwe bikin li dijî destwerdana dagirkeriya Tirkiya.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-6-6

Back to top button