DaxuyanîManşêt

Daxuyanî bi boneya salvegera 8’emîn ya damezirandina YPJ

Daxuyanî bi boneya heştemîn salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin YPJ

Bi hestên serfirazî û serbilindî, em heştemîn salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin YPJ li gelê xwe yên hêja pîroz dikin.

Van yekîneyên ku karîbûn bibin sembola berxwedan û şoreşê, û berevajîkirina hevsengiya ramanê li Rojhilata Navîn û cîhanê, bi damezrandina nasnameya jina têkoşer ji bo parastina hebûna xwe û parastina azadî û rûmet xwe, ku hewce dike li ser qonaxa ku YPJ tê de hate damezirandin behs bikin û veguhestina tekoşîna jinan ber bi qonaxek nû ve, ne tenê li ser asta jinên Kurd, lê di warê tekoşîna wan de li tevahiya cîhanê, bi taybet jina Sûrî ya ku di dema baviksalariyê de ji koletiyê êş dikişandin.

Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê, jinên Kurd bêdeng neman, lê karîbûn beşdarî tekoşîna şoreşgerî û azadiyê bibin her wiha fedakarî pêşkêş kirin, û bi damezrandina yekîneyên xwe, pêşengtiya şoreşê de rola xwe ya pêşeng girt, li dijî zîhniyeta desthilatdariyê, terorê û hêzên xerab ên ku herêm bi giştî dorpêç kirin, û Yekîneyên Parastina Jin serketinên mezin bi dest xistin, li ser astên leşkerî û rewşenbîrî, serkeftina wê ya li dijî rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst bû mînakek li seranserî cîhanê her wiha bû metedolojiyek di akademiyên ramanî yên navneteweyî de û bi sedan roman û fîlim, bi taybetî berxwedana wê li Kobanê, Reqe û Efrînê.

Yekîniyên Parastina Jin pêşengtiya xwe îsbat kir di der barê serkrftinên mezin ya ku bidest xist di şikandina fikra tarî ya ku li Baxozê bi dawî bû, ku ev yekînî bûn sembolek cîhanî ji berxwedan û têkoşînê, bi vê boneyê em van serkeftinên mezin pîroz dikin li rihê şehîdên azadiyê( Rêvan, Arîn, Barîn, Avêsta û rêhevalên wan), ne tesaduf e ku roja 4 ‘ê Nîsanê roja damezirandina Yekîneyên Parastina Jin e ku rojbûna rêber Abdullah Ocalan damezirînerê felsefeya ‘jiyana azad a bi pêşengiya jinên azad’ e. Destkeftiyên ku YPJ`ê bi saya felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi dest xistine û fedakariyên ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû qadên têkoşînê pêşkêş kirine, bû tîrêja hêviyê ji bo geşbûn û geşkirina têkoşîna wê ber bi azadiyê ve li Sûriyê û cîhanê bi giştî.”

Em vê boneyê li hemû şervanên jin û xort pîroz dikin, em di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD tekez dikin ku li ser riya şehîdan berdewam bikin, heta pêkanîna hêviyan û avakirina Sûriya, azad û demokratîk ji bo tevahiya pêkhateyan.

Meclisa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-4-3

Back to top button