DaxuyanîManşêt

Daxuyanî bi boneya salvegera 38’an a pêngava 15’ê Tebaxê

Em salvegera 38’an a pêngava 15’ê Tebaxê, roja vejîna şoreşgerî li gelê Kurd û tevahî gelê Kurdistanê, di serî de, li rêberê şoreşa mirovahiyê rêber Ebdullh Ocelan, li malbatên şehîdên azadiyê û rûmetê, li hêzên leşkerî yên li dijî faşîzme ber xwe didin û li hemû têkoşer, şervanên azadiyê, pêroz dikin.

Ev boneya ku di kesayeta rêberekî leşkerî ku kesayeta xwe de hemû nirxên mirovahiyê di nava xwe de ava kir, cih girt, îro di dîroka gelên herêmê de bûye ronahiyek û nêzîkatiya şoreşgerî ya azadî û demokrasiyê.

Pêngava 15’ê Tebaxê bi wateyên xwe yên li ser asta têkoşîna fikirî, siyasî û leşkerî de, bû teoriyeke şoreşgerî ji teoriyên dibistana fikrî ya demokratîk a Ocalan, a ku sînorên erdnîgarî û nasnameya gelên Rojhilata navîn û cîhanê derbas kir.

Û ruhê ku pêngava 15’ê Tebaxê bi vê îradeyê geş kir, îro îradeya serkeftinê ya şoreşgerên azadiyê û daxwaza wê ji pêkhate û gelên herêmê afirand, ev ruh bûye bingeha nêzîkatiya jiyana azad û bingeha şoreşa civakê û şoreşa jinê û bingeha civaka demokratîk a ku di xwe û çanda xwe de rêgezên netewa demokratîk ava dike, di dema ku rejîma desthilatdar a faşîst dawîbûna xwe dibîne de, gelên şoreşger berxwedana xwe bilind dikin û îro ji her demê bêhtir li ber deriyê azadî û demokrasiyê ne, ji vî alî ve divê em hîn zêdetir li fikir û felsefeya pêngava 15’ê Tebaxê bigerin, û li ser vê bingehê tevbigerin, li ser vê bingehê em salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li rêber Ebdullah Ocalan, şoreşgerên azadiyê, gelê Kurd û tevahî gelên Sûriyeyê yên şoreşger, pîroz dikin.

2022-8-14

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD

Back to top button