JinManşêtNûçe

Corcêt Bersûmo: Em kar dikin ser li darxistina semîneran ji bo xurtkirina jinan

Jinan li bakur û rojhilatê Sûriya gelek serkeftin û destkeftiyên mezin bidestxistine ku ya herî giring li herêmê, Sûriya û cîhanê bi giştî, wê xwe li ser hemû waran îsbat kir, çi siyasî, leşkerî û çandî be, hejmareke ji desteyên jinan li rojava hatin avakirin, jê jî Meclisa Jin li bakur û rojhlatê Sûriya.

Di heman çarçoveyê de, me hevdîtinek bi endama kordînasyona buroya Meclisa Jin li bakur û rojhilatê Sûriya Corcêt Bersûmo li Qamişlo çêkir, di mijara xwe de diyar kir ku meclisa jin li bakur û rojhilatê Sûriya sîwaneke siyasî, aborî, çandî civakî, zagonî, û mafên jinan e, îşaret kir ku jinê li bakur û rojhilatê Sûriya serkeftin û destkeftiyên mezin bidestxistiye ku ya herî giring li ser asta herêm, û Sûriya her wiha li ser asta cîhanê tê hesibandin.

Bresûmo zelel kir: Meclisa jin li bakur û rojhlatê Sûriya 27 saziyên ji jinên rêxistinkirî di partiyên siyasî de dihewîne, û rêxistinên civaka sivîl yê giringiyê dide pirsgirêkên jinê, nûnerên ji mecalisên jin li herêmên rizgarkirî, serbixwe, jina azad û kordînasyona jinê li bakur û rojhilatê Sûriya, wekî din jinên ji tevahiya pêkhateyan.

Her wiha Bersûmo li ser kongreyê xwe yê yekemîn ku di 11’ê Hezêranê de hat li dar xistin axivî, bi beşdariya 31 endamên di Meclisa Jin ya bakur û rojhilatê Sûriya.

Tekez kir li ser pêwistiya li dar xistina kongreyekê di siya pêvajoya hestiyar ya ku em tê de derbas dibin.

Bersûmo îşaret kir ku di der barê çalakiyên kongreyê wan yê yekemîn, 21 endamên kordînasyona jin li bakur û rojhilatê Sûriya hatin hilbijartin, her wiha çend biryar ji bo berjewendiya jinê û civakê û çareseriya aloziya Sûriya hat derxistin.

Bersûmo diyar kir ku ji girngtrîn biryarên ji kongreya me derkrtin ew e kar bikin li ser li darxistina kongreyek li ser rewşa jinê li herêmên dagirkirî, wekî din li dar xistina komxebat û semînerên taybetî xurtkirina jinan ji hêla aborî, siyasî û kar bikin li ser zanîna jin û civakê, her wiha gelek biryarên din.

Endama Kordînasyona Meclisa jin li bakur û rojhilatê Sûriya Corcêt Bersûmo di dawiya hevdîtinê de tekez kir: Em kar dikin li ser pêkanîna tevahiya biryarên ji kongereya me derket di dema bêyî li gorî mîsaqa nû.

Hêjayî gotinê ku Meclisa Jin li bakur û rojhilatê Sûriya di sala 2019’an hat damezirandin, bi armanca xizmeta jin û civakê.

Back to top button