ManşêtNûçe

Clinton çîroka jinên Kurd dike rêzefilm

Wezîra Derve ya berê a Amerîkayê Hillarî Kilnton û keça wê Tşîlsî amadekariya çêkirina rêzefîlmeke li ser berxwedana jinên Kurd li Kobanê dikin.

Malpera Hollywood Reporter Filmê da zanîn ku Hillarî Kilnton û keça wê amadekariya çêkirina rêzefîlmekî li ser berxwedana jinên Kobanê dikin.

Naveroka rêzefîlm li ser şer û têkoşîna jinên kurd li dijî çeteyên DAIŞ’ê, bi taybet li Kobanê ye.

Malperê got, ev rêzefîlm wê yekemîn rêzefîlmê nivîskî ya televîzyonê be ku bingeha xwe ji pirtûka Cayl Tzîmaş Lemon ya bi navê ” Keçên Kobanî, Çîrokên Serhildan, Cesaret û Edaletê” ye.

Hillarî Kilnton li ser armanca çêkirina fîlm axivî û got: Pirtûka Keçên Kobanê vegotineke ne normale ji jinên wêrek û berxwedêr ku ji bo edalet û wekheviyê têkoşiyan û gel ji zilma terora DAIŞ’ê xilas kirin.

Ronahî

Back to top button