ManşêtNûçe

Ciwanên şoreşger tecrîd şermezar kirin û berxwedana Heftenînê silav kirin

Ciwanên şoreşger û ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD meşek berfireh li navçeya Dirbêiyê li dar xistin, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocelan.

Meş ji pêşiya navenda ciwanên şoreşher destpê kir, di meşê de alên ciwanên şoreşger hatin hildan, bi berzkirina drûşmeyên ku berxwedana Heftenînê silav dikin, û şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocelan, piştî meş giha qada Şehîdan,  bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan sekinîn,  piştre bi navê ciwanên şoreşger Ferhad Til Kerma axivî û di gotinên xwe de tecrîda li ser rêber Ocelan hatiye ferzkirin şermezarkir, her wiha Ferhad tekez kir ku ew weke ciwanên şoreşger li ser rêça şehîdan dimeşin heta bidestxistina serkeftinê.

Back to top button