ÇalakîCiwanManşêt

Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat civîna xwe ya mehane li darxist

Bi beşdarbûna hevserokatiya hevbeş yê ciwananên Partiya Yekîtiya Demokrat îro civîna xwe ya mehane li navenda partiyê li bajarê Qamişlo li dar xistin  û  bi beşdarbûna îdrî û endamên ku wê tevlî Kongreya giştî bibin, civîn bi deqeyek bêdengî dest pê kir, civîn ji aliyê heval (Sirûr El Şemerî )hat bi rêvebirin  ku bi xêr hatina beşdaran kir û salvegera şehadeta heval Silêman Dadalî bi bîranî, pştire raporên mehane hatin xwendin û rewşa siyasî ya herêmê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet ji aliyê heval (Henan Mamed) hat şîrovekirin, paşê nîqaş li ser kongreyê hat kirin û aliyê wê yî pratîk jê re û çawa wê ciwanên partiyê  tevlî kongreyê bibin, di dawiya civînê de deriyê nîqaşê hat vekirin da ku nerînên xwe bidin.

Back to top button