ManşêtNûçe

Ciwanên Kurd banga yekrêziya kurdî kirin

Endamên Meclisa Ciwanên Kurd li Rojava ji bo balê bikşînin ser girîngiya avakirina yekrêziya kurdî li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo hatin ba hev û daxuyanyiyek ji raya giştî re parve kirin.

Hevseroka Meclisa Ciwanên Kurd li Rojava Rojîn Mihemed daxuyanî xwnedin û got:

“Yekbûn, yek ji berhemên berxwedanê ye.

Weke hertim armanca dagirkeran perçekirin û tunekirina kurdan e, yek ji nimûneyên dîrokî ya berçav û xwedî bandor ta roja me ya îro hevpeymana Sykes-Picot ye ya ku di wê hevpeymanê de Kurdistan kirin çarperçe û her perçeyek di bin desta dewletekî desthiledar de danîn. Her dewletek jî gelê ku li perçeya xwe dijiya li gorî xwe û bi siyaseta bişaftinê û wan kirin yan Faris ya jî Tirk yan jî Ereb her wiha gihaşt asta ku navê Kurdistabê ji her der hate rakirin û netewa Kurd tune dikin.

Lê belê ev siyaset bandoriya xwe bi rastî li hin kurdan kir ku rastiya xwe ji bîr kirin, lê dîsa hin Kurd ji Kurdan ji rastiya xwe dûr neketin û di cewherbûna xwe israskirin û li ber xwe dan.

Li ser vî asasî gelê Kurd ji destpêka dîroka desthiledariyê 5000 B.Z ta roja me ya îro li hemberî desthildaran û dagirkeran berxwedaniyeke mezin a hebûn û tunebûnê dikin. Armanca vê berxwedanê jî diyar e ku li ser hebûna xwe israr dike, her ku êrişên wan dagirkeran mezintir dibe li hemberê wê berxwedan û yekbûna gelê Kurd xurtir dibe, ev jî di berxwedanên ku herî dawî hatin jiyîn wek berxwedana xwseriyê li Bakurê Kurdistanê, Berxwedana Serdemê li Efrînê û berxwedana ku anha tê jiyîn li Rojavayê Kurdistanê Berxwedana Rûmetê bi şêweya xwe ya herî zelal derket holê.

Anha jî weke ku em dibînin

em li Rojavayê Kurdistanê li hemberî şerekî mezin û bi armanca qirkirina me li ber xwe didin û ji berê niha zêdetir pêwîstî bi yekrêziya Kurdî tê xwestin ji ber ku eger em xwe bikin yek ti hêz ango ti artêş nikare vîna me bişkîne û me tunebike.

Em jî wek Encûmena Ciwanên Kurd Li Rojavayê Kurdistanê, banga yekrêziya Kurdî dikin ya ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye.  Armanca Rêveberiya Xweser jê yekbûna gelê Kurd e pîroz dikin. Em spasiya kurdên Başûrê Kurdistanê dikin ku piştgiriya vê bangê kirin.

Her wiha em bang li tevahî ciwanê Kurd ku daxwaza azadî û yekbûna Kurda li gel wan heye ku bibin yek ji ber ku dema ciwan bibin yek bê gûman tevahî gel wê bibe yek.”

Encûmena Ciwanên Kurd Li Rojava yê Kurdistanê di sala 2017`an de hatiye avakirin û ji endamê 17 patiyên siyasî û 5 rêxistinên ciwanên serbixe pêk tê.

 

Back to top button