ÇalakîCiwanManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Ciwanên Kobanê; heta dawî berxwedanî

Meşa ku  ji navenda ciwanan a bajarê Kobanê dest pê kir bi dehan ciwan tevlê bûn. Di meşê de alên YPG,YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin. Ciwanan di meşê de, dirûşmeyên“Bijî berxwedana YPG û YPJ û berxwedana ciwanên şoreşger, Bijî serok Apo” beriz dikirin.

Meş li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê veguhrî mitingê. Di mitingê de, ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Rodîn Kobanê axivî û gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha dewam kir:”Tecrîda li ser rêberê gelê Netewa Demokratîk Abdullah Ocalan, tecrîda li ser hemû ciwanên Rojava ye. Divê hemû ciwanên Rojava serî hildin. Rodîn çalakiya Leyla Guven ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan silav kir.

Rodîn di dawiya axaftina xwe de, bang li hemû ciwanên dervayî welatê kir ku werin ku xwedî li axa xwe derkevin.

Piştî axaftinê, ciwanan agir pêxistin.

Miting bi dirûşmeyên dewamkirina berxwedanê bidawî bû.

ANHA

Back to top button