CiwanDaxuyanîManşêt

Ciwanên Êzidî: Bi berxwedanê û têkoşînê em ê dîwarê parçekirinê hilweşînin

Ciwanên Mala Êzidî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re binpêkirinên dagirkeriya Tirk û lêkirina dîwarê parçekirinê şermezar kirin. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan ciwanên taxê ji aliyê endama rêveber a Mala Êzidî Ceylan Misto ve hate xwendin.

Ceylan Misto got, “Tirkiyê hewl dide serfiraziyên imperetoriya Osmanî vegerîne. Destpêkê Lîwa Skenderon dagir kir, piştre Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn û Idlib. Her wiha hewl dide nasnameyên kesayetî yên Tirkî ji bo hemû welatiyên Efrînê derxîne, demografiya herêmê biguhere û zimanê Tirkî di dibistanan de bide xwendin. Bi vê yekê armancên xwe di asîmlekirinê de pêk tîne.

Herêma Efrînê bi sed hezaran kesên ku ji dojeha şerê Sûriyê direvîn bû stargehek ewl e. Ji cîhanê re nimuneya demkorasiyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevpar li ser rêgeza neteweya demokratîk pêşkêş kir. Lê Tirkiyê ew tişt tehemul nekir û bi rêya çeteyên xwe û bi komployek navdewltî gunehbar şerê rêveberiyan kirin.

Ne tenê wisa jî lê belê bi rêya komên çekdar Efrîn dagir kir û der heqê sivîlan de binpêkirinên der mirovî ji kuştin, destavêtin, wêrankirina cihên dîrokî û pîroz ên Êzidî pêk anîn heta goristan û dar jî ji hovîtiya dagirkeriyê nefilitî. Herî dawî dagirkeriya Tirk dar şewitandin û dîwarê parçebûnê li Efrînê li ber çavên cîhanê lêkir.

Wek ciwanên Mala Êzidî ya Helebê em tevahiya sûcên der mirovî yên ku dewleta Tirk der heqê sivîlan de pêk anîne û bêdengiya navdewletî şermezar dikin. Em bang li tevahiya rêxistinên hiqûqî û navdewletî dikin ku ji bêdengiya xwe li hember binpêkirinên Tirkiyê der heqê gel de derkevin.

Em soz didin şehîdên xwe ku em ê heya rizgarkirina tevhiya xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser piya bin. Em ê bi vîna xwe ya xurt dîwarê parçekirinê bişkînin. Efrîn û tevahiya bajarên dagirkirî dê li gelê wê vegerin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelê Efrînê bi dawî bû.

ANHA

 

Back to top button