CivakCiwanManşêtNûçeyên Lezgîn

Ciwan Pêşengê civakêne

Weke Ragihandina PYD me xwest ku em rewşa kar û xebatê ciwanê MSD ê nas bikin me serdana navenda wanî giştî ya li bajarê Hesekê û me bi ciwanare hevdîtin hatin çê kirin.
ciwanê bi navê Ûsama Nasir ji Hesekê pêkhateyê Erebe axivî û got: ez weke ciwanekî di beşê siporê de kar dikim ev 4 mehin ku ez tevlî xebatê ciwanê MSD e bûme birastî dema ku ez tevlî bûm ez hatim birxistin kirin jiber ku min xwe winda kiribû, ez bi dilxwazî ketim vê navendê jixwe karê menî siporê rêxistina karê siporê bigiştî em dikim jixwe anha jî timê me hene emê wan perwerde bikin, di vê navendêde beriya her tiştî me xwe birêxistin kir piştre me ciwanên xwe birêxistin kir em li vêderê weke ciwanên MSD ê bi vî karê ku em dikin destpêka rêxistina ciwanaye di dawiyê de banga min ji hemî ciwana re ku werin xwe birêxistin bikin xwe nas bikin weke ku serok APO gotiya “me bi ciwanî dest pê kir emê bi ciwanî biserkevin”.
Her wiha ciwana bi navê Dîlan Mehmûd axivî û got: ez weke jineke ciwan cihê xwe di komîteya jinêde digrim ev 8 mehin ku ez tevlî vî kar û xebatî bûme, jixwe komîteya menî jinê em li ser kar û xebatê jina disekinin ku em jinên ciwan tevlî vê rastiyê bikin em wan bi rêxistin bikin ji ber ku ger jin azad nebe civak azad nabe , birastî me zehmetî hindek kişandin ji ber ku hin jinê me hene zihniyeta berê di sere wan deye lê em hêdî hêdî wê zihniyetê dugherînin em wan bi rêxistin dikin ji ber ku ew pêşengê civakê ne, komîta me anha dest bi pirojek nû li ser zewaca yê biçûk ku bi temenê biçûk dizewicin ka em karibin vê pisgirêka ku heye em karibin çareser bikin, di dawiyê de banga min ji hemî ciwana re ku hebûna xwe bidin avakirin û daxwazamin ku hemî ciwan kar bikin ji ber ku kar û xebatê me bi ciwana tê meşandin.
Wekî din ciwanê bi navê Zahî Eldelî ji pêkhateyê Ereb ji bajarê Hesekê axivî û got: ev 3 ê mehên min ku ez tevlî vê navendê bûme ez anha cihê xwe di komîta zanistî de digrim ev komîte li ser asasê ekadimiyek taybet ji bo ciwanê Sûrî em wan pêş bixin em wan zane bikin li ser hemî asta çandî, civakî, îdolojî û siyasî û rêxistina kar û bang li ciwanên Sûrî ku werin civaka xwe biparêzin, meşandina karême anha ku em dewreyekê ji ciwanare vekin ku wan perwerde bikin ji bo ku karibin di nava civaka xwede kar bikin, ji dema ku ez tevlî vê navendê bûme fikrê min hatiye guhertin pêş ketiye min rihê hevaltiyê di vêderê de nas kir, di dawiyê de banga min ji hemi ciwana re ku werin tevlî me bibin ku karibin xwe biparêzin û civaka xwe biparêzin.
Her wiha ciwana bi navê Mereh Siwêdan ji pêkhateyên Ereb ji mere axivî û got: ev 3 mehin ku ez tevlî vî kar û xebatî bûme ez cihê xwe di komîta çand û hunere ji ber ku ev karê mine ez di mûzîkêde xurtim sitranan dibêjim gelek xebatê menî dîtir weke dîlan, şano, mûzîkvan, dengbêj hene, karêmin bi taybet ez li ser sitrana disekinim, pirojê menî ji bo demê pêş hene weke belgefilim li ser kampa hene, ji dema ku ez tevlî vê navendê bûme fikrêmên hatiye guhertin ji ber ku rêjîmê pir bandoriya xwe li ser fikrê me kiribû lê anha em ji wê bandoriyê derketin me rastiya xwe dît em azad bûn me rihê hevaltiyê nas kir me wateya rixne û rixnedayînê nas kirk u gereke beriya ez hineka rixne bikin ez despêkê xwe rixne bikim , di dawiyê de banga min ji her ciwanekî re ku rabin ser piyan û berê xwe bidin perwerdeyan û xwe perwerde bikin û li rastiya xwe bigere.
Ciwanê bi navê Nasîf Ebdul Ezîz ji pêkhateyê Ereb got: ev 2 mehin ku ez karê ragihandinê di hundirê vê navendê de didim meşandin ez hatim li ser esasê hizkirina karê ragihandinê û min dît ku rêxistina rast li vê derê heye, em weke ragihandina vê navendê em bi taybet li ser kar û xebatê ciwanê MSD ê disekinin ku em karibin vê rastiyê pêşkêş bikin ji hemî ciwana re ji ber ku di pêşerojê de emê bibin mînak ji hemî ciwana re ne tenê li Bakurê Sûrî li hemî dunyayê, weke navenda ciwanê MSD ê tevlîbûna ciwana di nava mede di vê dema dewiyê de pir, em karê xwe bi serkeftî bi gavin baş em davêjin ku em hemî ciwana perwerde bikin û birêxistin bikin. Di dawiyê de banga min ji hemî ciwanê ku bê kar mane werin û tevlî nava vê rêxistinê bibin û êdî xwe bixwe xwebirêve bibin û xwe têkin asteke bilinde.
Di dawiyê de ciwanê bi navê Êrîş Dirbêsiyê ji pêkhateyê Ereb li Dirbêsiyê axivî û got: ez weke ciwanekî min cihê xwe di nava xebatê ciwana de girt min xwe pêşxist min fikrê xwe pêşxist ji bo ku ez ciwanê derdora xwe li xwe kom bikim gereke ez pêşketî û perwerdekirî bin ku em ciwanan birêxistin bikin em wan pêş bixin ku em karibin Sûriyeke demokrat azad avabikin, di dawiyê de banga min j I hemî ciwanan re yê li Rojava û yê ku ji dervî Rojava ku bê kar nemînin û sînorekî ji betaliyê re deyînin û bikevin nava kar û xebatande.

 

C. C

Back to top button