ÇalakîManşêt

Civînên berfireh ên PYD li Ewropa ji Almanya dest pê dikin

Partiya Yekîtiya Demokrat li Almaniyayê roja Yekşemê 16’ê Gulanê de civîneke rêxistinî berfireh li dar xist, nûnerên partiyê li hemû Ewropa heval Ebdil Selam Mustefa û berpirsa Rêxistina Jin ya Rojava li Ewropa heval Axîn Kelo beşdarî civînê bûn, her wiha berpirsê partiyê li Almaniya heval Xebat Şakir, bi beşdarbûna rêreveberiya partiyê û hemû berpirsên qadên Elmaniya.

Civîn di nava hemleyek berfireh ku partiyê destpêkirbû hat li dar xistin, bi armanca çalakirina xebata rêxistinî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li hemû welatên Ewropayê, bi taybet piştî demên Karantînayê bi sedema vîrusa Korona ku hin astengî di karê rêxistinî de derket û sekinandina çalakî û civînên wê piştî ku hemû hevdîtin û civîn di riya Medyaya Civkî de dihat li dar xistin.

Di civînê de behsa rewşa siyasî li Rojava/ bakur û rojhlatê Sûriya û êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê li ser kurdan û deskeftiyên wan li hemû deverê hat kirin, her wiha di civînê de riyên pêşketina karê partiyê û rêxistina wê hat nîqaş kirin, û vegerîna tirêna têkoşînê ji riya wê ya çalak bi taybet ku karantînayê bi awayekî qismî vebû li gelek welat Ewropî.

Hêjayî gotinê ku Partiya Yekîtiya Demokrat dest bi hemleyeke berfireh kiriye ji bo çalakirina karê wê li tevahiya qadên Ewropî û dibe ku herêmên hebûna partiyê li Ewropayê civînên berfireh bên li dar xistin bi armanca sererastkirina kêmaniyên ku demên karantînayê li paş xwe hişt û dîtina mekenîzmaeyn kar ku hewcdariya qonaxa bê pêk bîne.

      

Back to top button