DosyaGotarLêkolînNivîskarNûçeyên Lezgîn

Çima Kurd nebû neteweyeka talanker û dagîrker?

Çima neteweya Kurd

nebû neteweyeka talanker û dagîrker?

(Beşê yekem)

Rewişta gelemper ya dîroka neteweya Kurd ew bû ku ew ne neteweyeka talanker û dagîrker bûye. Di lêkolînên berê da jî, bi me ra derbas bû ku ew bi gelemperî di serdema pêş Îslametiyê da neteweyeka xizmetkar ji dewletên farisî ra bûye û piştî wê jî neteweyeka xizmetkar bûye ji bo dewletên ku bi navê Îslametiyê serdarî kirine. Kurdan Îslameka Siyasî kurdî bi kar neanîne ku xizmeta pirojeyeka neteweyî kurdî bike; wek ku cîranên wan Ereb, Faris û Turkan kirine.

Niha pirs eve: Gelo çima Kurd nebûne neteweyeka talanker û dagîrker?

Ji bo dayîna bersiva vê pirsê divêt em du hêmanên sereke bînin ber çavan, yên ku pirojeyên talankerî û dagîrkeriyê di dîroka kevin ya Rojhilata Navîn da pêkanîne (em niha behsa talana koloniyalîstî ewropayî di dema niha da nakin; hêmanên wê cuda ne). Ew herdu hêman evin:

1 – Erdnîgariya pêkhatinê û pêwîstiyên geo-siyasî û geo-aborî ku ji wê peyda dibin.

2 – Çanda pêkhatinê û taybetmendiyên îdeologî û derûnî ku ji wê peyda dibin.

Gelo rewşa neteweya Kurd û van herdu hêmanan çawa ye?

Erdnîgariya pêkhatinê:

Dîrokzan Arnold Toynbee gotiye ku ji bo her bizaveka ji bo “şîrovekirina suriştiya pêşveçûn yan jî afirandinê divêt peywendiya gênan (gen) li gel hawîrdorê li ber çav bê girtin”. Helbet wê rast be ku em çarçewa teoriya Toynbee hinekê fireh bikin û li rola erdnîgariyê (hawîrdorê) di pêkhatina kesayetiya gelan da di aliyê biyologî, derûnî, çandî û di ramana siyasî da jî bikolin.

Hêjayî gotinê ye ku em bêjin: Pirojeyên talankeriyê yên here gewre di dîroka Rojhilat ya kevin da gelên biyabanê pê rabûne. Wek ku xuyadike, sedem jî ewe ku biyaban hawîrdoreka bi berheman pir belengaze, li dijî jiyanê ye, bera mirovan dide û wan neçar dike ku herin talana erdnîgariyên têr, yên bi berheman dewlemend, bikin û têxin bin destê xwe. Helbet, ev jî ji bo wan ne pêkane heger ew, heya radeyên here tund ji zor û perçiqandinê, ne bi çek bin.

(Dîmenek ji biyabanê)

Sê hawîrdorên biyabanî talanên here navdar di dîroka Rojhilata Navîn da peyda kirin:

1 – Beşê bakur ji biyabana Cezîra Erebî hên pêş mîladê talanên Kenaanî كَنْعاني, Akkadî, Babîlî û Aşûriyan peyda kirin û wisa talanên îslamî jî di sedsala heftan ya mîladî da.

2 – Biyabanên welatê Faris, warê bingehîn yê Farisan (li başûr û nawenda Îrana niha) talanên farisî di sedsala şeşan pêş mîladê da peyda kirin.

3 – Biyabanên nawenda Asiya talanên Megolî, Xewarizmî, Selcoqî, Osmanî û Tatarî ji destpêka sedsala diwanzdan ya mîladî da peyda kirin.

Lê belê erdnîgariya pêkhatinê, ya ku di wê da kesayetiya kurdistanî di warê biyologî, derûnî û çandî da peyda bû, herêma çiyayên Zagros, Agirî û Torosan û tixûbên wan li rojhilat, rojava, başûr û bakur bû. Di vê erdnîgariyê da baran û berf pire, çem û kanî û mêrgên têretijî ji bo xwedîkirina lawiran dewlemendin; di wan da deşt û germiyan tijî şînkahî, dar û berin. Ev erdnîgarî erdnîgariyeka têretijî ye; ew mîna supermarkêtekê ye ku têda hemû pêwîstiyên jiyan û lê mayînê hene, çiqas bi sînor be jî, pêwîstiya gelê wê herêmê bi talan û dagîrkeriyê nîne.

(Dîmenek ji rojhilatê Kurdistanê)

Çanda pêkhatinê:

Biyaban wek erdnîgariya birçîbûnê çanda talankeriyê peyda kiriye; mebesta me çand bi hemû mane û şopên xwe yên giştî va ye. Zaniyar Edward Burnett Tylor gotiye ku çand „ew tişte ya ku ji zanîn, ayîn, huner, rewişt, urf û adetên civakî û her şiyanên ku mirov wek endamekî civakê distîne hevedudanî ye“. Di tar û çarçewa (çanda talankeriyê) da (îdeologiya talankeriyê) wek bingeheka giyanî û derûnî ji bo pirojeyê talankirinê peyda bûye. Herwisa (ramana siyasî) jî peyda bûye, ya ku pirojeya talankeriyê dike rastî û pêktîne.

Li hember wê (erdnîgariya têrbûnê) çanda aştî û mêşiniyê peyda kiriye. Wek nimûne ji bo vê babetê, Hindî û Çînî – tevî ku hejmara wan zore jî – dîrokeka wan ya xwedî rewişteka talankerî nîne û ti pirojeyên talankeriyê pêk neanîne. Bi vajayî wê, Çîniyan (Dîwarê Çînê yî Gewre) avakirine ku xwe ji talanên Megolan ku ji biyabanên bakur dihatin biparêzin. Di demeka pir dereng da û piştî talanên Megolî li ser bakurê Çînê di navbera sedsala diwanzdan ya mîladî da, û wek gaveka berevaniyê, Çînê beşek ji Mengoliya û Turkmanistanê dagîr kir. Ayînên hindûsî û bozî nimûneyên aşkera ne ji bo çanda aştîxwaziyê.

Wisa jî sebaret bi Kurdistanê. Ew (erdnîgariya besbûn û têrbûnê ye), wê çanda (besbûn û aştîxwaziyê) peyda kiriye. Di hembêza vê çanda (besbûn û aştîxwaziyê) da di kesayetiya kurdistanî da bizava (xwe paşva kişandinê) û (tiştê ku dest da heye bese) peyda bûye û têda rûniştiye. Vê bizavê di kesayetiya wî da ramana (xwe parastinê) û ne ramana talankeriyê peyda kiriye. Tiştê ku vê yekê piştrast dike ewe ku beşê mezin ji dîroka neteweya Kurd li dor vegerandina êrişên talankeran, berevaniya di ber welat da û şoreşên li dijî dagîrkeran dizîvire.

Di rewşên pir kêm da Kurd ji berevaniyê derbas êrişê bûne; ew jî wek bersiv li ser êrişên dervayî yên li pey hev û pir dirinde. Êrişên Akkadî, Babilî û Aşûriyan hêşt ku Gotî herin û padîşahiya Akkad dagîr bikin, wisa jî kir ku Kaşşî herin padîşahiya Babil dagîr bikin û dîsa ku Mîdî êrişê bibin ser padîşahiya Aşûr û wê biroxînin. Tevî ku beşê Ammûrî yê Babiliyan, yê ku paşê bi navê (Aşûrî) hate naskirin, pêş wê, erdnîgariya Sûbarto ya Hûrî dagîr kiribû, têda padîşahiya xwe avakiribû, navê xwedayê Sûbarî (Asûr = ê Sor = Roj) ji xwe ra biribû, û ev nav li xwedayê xwe bi şêwazê (Aşûr) yê Babilî kiribû; û wisa bi navê (Aşûrî) hate naskirin.

Heya di van rewşên êrişkarî pir kêm da ku pêşiyên Kurdan herêmên hevsêyên (cîranên) xwe talankirin, ew di talankeriyê da pir dûr nediçûne. Wan bi desthilata li ser herêmên ku ji wan da êriş dihatin welatê wan, bes dikir, daku war û kanên êrişkariyê vemirînin; bi vajayî Akkadî, Babilî, Aşûrî, Faris, Ereb û Turkan ku welatên gelên gelek ji wan dûr talankirine.

Û çi dibe bila bibe, divêt Kurdistan rizgar bibe !

30.12.2016

Jêder:

Arnold Toynbee û Daysko Ikida: Dozxwastinên mezin, rûpel 24.

Kamil Al Ĥac: Al Mawsuaa Al Muyasara fi Al Fikir Al Felsefî we Al Ijtimaai, rûpel 168.

A. W. F. Tumlin: Fîlozofiya rojhilat, rûpel 241. W. Durant: Çîroka Şaristaniyê, 3/77. Dr. Ali Rayoor: Fîlozofiya Hindî, rûpel 86, 286.

wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

Xelekên Gotaran: Kurd û Dagîrker – Xelek 29

C. M

Back to top button