DosyaGotarLêkolînManşêt

Çima Kurd nebû neteweyeka talanker û dagîrker?

Çima neteweya Kurd

nebû neteweyeka talanker û dagîrker?

(Beşê duyem)

Daku her pirojeyeka talankerî împeratorî pêkwere, divêt çar hêmanên bingehîn li meydanê hebin: Îdeologiya talankeriyê, rêveberekî tund û zordar, dewleteka nawendî hêzdar û hêzeka şervan û perçiqandêr. Gelo heya çi radeyê ev çar hêman bi hev ra di dîroka neteweya Kurd da hebûn?

Îdeologiya talankeriyê:

Pêwîstiya pirojeya talankeriyê bi îdeologiya (baweriya) talankeriyê heye. Erka wê ewe ku gel yeko yek û çîn bi çîn bicivîne, wan di bin yek alayê da û ji bo yek armancê bike yek, û wan ber bi wê rewşê da tûj bike ku ew bê sînor xwe bi hebûn û giyanê xwe gorî bikin. Ev îdeologiya talankeriyê dikare ayînî be (wek Aşûriyan di bin alaya xweda Aşûr da, wek Îbraniyan di bin alaya xweda Yehwa da, wek Bîzantiyan di bin alaya Kirîstiyaniyê da, wek Ereb û Turkan di bin alaya Îslametiyê da û wek Megolan di bin alaya xwedayê esîmanê Şamanî da). Ev îdeologiya talankeriyê dikare neteweyî be jî ku bi awayekî şaristanî hatiye boyaxkirin (wek Yûnan, Roman û koloniyalîzma ewropayî ya nû). Yan jî dikare neteweyî nijadî be (wek Almaniya nazî û Îtaliya faşî).

Mijara Kurdan ew bûye ku „çanda pêkhatinê“ ya kurdistanî wek encama „erdnîgariya têrbûnê“ peyda bûye. Ji lew ra ew bi kêrî îdeologiya talankeriyê nehatiye. Wê „ayîna Yezdanî“ pêkaniye. Ev ayîn ayîneka aştîxwaz û mêşin bûye; ew ne talankere, ne jî arezûya zor û perçiqandinê li ba wê heye. Heya niha jî bingehên wê yên fîlozofî bi şêwazên cuda di ayînên Bozî, Zerdeştî, Êzîdî, Yarsanî (Kakayî), Alewî (Halawî), Dirûzî, Babî û Behayî da mane.

Bi bandora „çanda pêkhatinê“ ya kurdistanî, Kurdan ji bo xwe Îslametî nekirin destek ji bo pirojeyeka talankerî împeratorî; wek ku hevsêyên wan Ereb, Turk û Farisan kirin. Tevî ku Dewleta Eyyûbî di serdema îslamî da ji dewletên Kurdan ya here mezin bû jî, lê sultanên Eyyûbiyan ew welatên ku serdarî lê kirin nekirin milk û samanê Kurdan. Ne jî zimanê kurdî li ser wan gelan ferz kirin û ne jî xêr û bêrên wan welatan talankirin ku pê bajar û gundên Kurdistanê ava û geş bikin. Bi vajayî wê, Dewleta Eyyûbî hêz û şiyana şervanên Kurd xiste xizmeta berevaniya gelên Rojhilata Navîn li dijî talana Firengan û ji bo xizmeta „Dewleta Xîlafeta Ebbasî“; hem di warê siyasî, hem jî di warê çandî da. Sultan Selaheddînê Eyyûbî xwe di nameyên xwe da ji bo xelîfeyê Ebbasî li Bexdadê wek „xizmetkar“ bi nav dike.

Rêveber, dewlet û hêzdarî:

Çanda pêkhatinê ya kurdistanî di hişyariya kurdî tevayî da ramana „rêveberiya bijarte“ çespandiye. Mebesta me rêveberiya olîgarşiya êlîtiyê ye (serekên hoz û êlan). Li gor vê ramana siyasî rêveberî her di destê “civata hilbjêr” (Kon Gir) da bû, û ne di destê (rêveberekî/serwerekî) yekane da bû. Divêt em bêjin ku şêwazê rêveberiyê (Kon Gir) di navbera piraniya gelên ariyanî da mîraseka hevbeş bû. Ew tê wateya têgîna „Congress“ ya siyasî ku ji (Kon Gir) peyda bûye. Ev ramana siyasî di kesayetiya kurdî da wisa rûniştiye ku ew herdem li dijî sernermiya beramber „rêveberê yekane“ ye, û herdem ji desthilata nawendî direve.

Ev diyarde bixwe di dîroka Sûmeran da jî xuyaye ku ew ji erdnîgariya çanda Guzana ya kurdistanî derhatine (ji wir koçbûne û çûne başûrê Mêzopotamiya). Ev diyarde di ramana siyasî da li ba Gutiyan, Hûriyan û Mîdiyan (pêşiyên Kurdan pêş serdema Îslametiyê) jî aşkera ye. Em wek nimûne dibêjin ku endamên komîteya (Kon Gir) ya Gutî ji nav xwe kesê herî hêja û jîr wek padîşah tenha ji bo şeş salan hildibijartin. Hilbijartina wî nedihate nûhkirin, tenha di hin rewşên awarte da. Hilbijartina „Deyako“ (Dehyako) wek yekem padîşahê Padîşahiya Madan bi lihevkirina endamên (Kon Gir) ya êlên Madan bû.

Di dîroka kurdî da gelek nimûne hene ku endamên (Kon Gir) ya kurdî rewiştên pîroziyê nedidan ew rêveberê bilind ku dihate hilbijartin; wek ku Farisan pêş serdema Îslametiyê dikir û wek ku Ereb û Turkan jî di serdema Îslametiyê da dikirin. Dema ku padîşah dibû dîktator û guh nedida endamên (Kon Gir), ew li dij wî radiwestiyan, û ev yek dibû sedema berberî û pevçûnê ku bi encama wê padîşahî lawaz dibû û diket destê dijminan. Nimûneyê herî diyar padîşahiya Mîdiya ye ku di sala 550-î p.z. da kete destê Farisan; bi sedema hêrsbûna hin serekên Madan beramber zordestiya padîşahê Madan yê dawîn Ezdehak.

Nimûneyê din ji Dewleta Eyyûbî ye. Tevî ku Selaheddîn sultanekî bi saw bû, dîsa jî hin serekên êlên Kurdan hin caran bi hişkî li dijî fermanên wî derdiketin. Lê wî hêrsa xwe digirt û bi awayekî nazik bi wan ra dida û distand. Heyanî kesên ne Kurd yên li gel wan ji vê yekê mat diman. Rastî ewe ku Selaheddîn rastiya ramana kurdî di warê desthilatdariyê da baş nasdikir. Ev jî bû yek ji sedeman ku wî êdî koleyên Turkan bi hejmareka mezin xistin nav leşkerê xwe, ji ber ku wan fermanên wî bê „erê-na“ pêkdihanîn. Sultanên din yên Eyyûbiyan jî li ser şopa wî çûn, û di encamê da Dewleta Eyyûbî di sala 1250-î b. da kete destê Memalîkan.

Ji ber hawîrdora çandî ya guncaw ji bo pêkhatina îdeologiya talankeriyê peyda nebû, û ramana siyasî ya ji bo peydabûna rêveberê yekane, û ji bo avakirina dewleta nawendî tund pêknehat, helbet, tiştekî suriştî bû ku hêza şervanî ya talanker û perçiqandêr jî peyda nebe, ya ku tûjbûna xwe ji ramana talankeriyê distîne û fermanên rêveberê yekane bê „erê-na“ pêktîne û bê sînor amade ye ku xwe gorî bike; û di warê rewiştî û derûnî da amade be ku zora bê sînor pêkbîne.

Gel û çarenûs:

Ji aliyê mirovayetî û rewiştî da neteweya Kurd bexteware ku nebû neteweyeka talanker, û serbilindiya xwe li ser dagîrkirina welatan, rijandina xwînê, kolonîzekirina gelan, standina samanên xelkê û ajotina cemawerê dîl û koleyan ber bi bazarên firotina mirovan avanekir. Ji lew ra tiştekî suriştî ye ku ramana neteweya Kurd ramaneka berevanî be, li ser aştîxwaziyê hatibe avakirin, û ne ramaneka êrişkar be ku armanca wê kolekirina gelan be.

Lê belê, gotineka pêşiyan heye dibêje: Her tiştê ku ji sînorê xwe derbas bû, vedigere û dibe dij“; û ev rewş bixwe bi serê neweteya Kurd hatiye. Çanda wê ya berevaniyê û aştîxwaziyê kir ku nikaribe li hember xwediyên ramanên talankeriyê li ber xwe bide. Xwediyên wan ramanan tenha zimanê hêza tund fêhmdikin. Encam ew bû ku Kurdistan bi dirêjahiya 25 sedsalan bûye pirêzeya dagîrkeran. Van dagîrkeran bi wê jî nekirin ku Kurd kolonîze kirin, şiyana wan û xêr û bêrên wan jî xistin xizmeta pirojeyên xwe yên koloniyalîst, hên hatin û dîroka Kurdan jî wendayî dikin, çanda wan a niştîmanî kavil dikin û kesayetiya wan a neteweyî jî çepel dikin.

Belê, çanda pêkhatinê ya kurdistanî aştîxwazî di serdemên dagîrkeriyê da hate çepelkirin û bû çanda „destjixweberdanê“, belkî li ba hin Kurdan jî bû çanda „koletiyê“ û bi xwe ra çanda siyasî ya tirsonek û revok peyda kir. Encama şoreş û cangoriyên sedsala 19-an ew bû ku Kurdistan êdî ji aliyê çar dewletan da hate dagîrkirin ku pêş wê tenha ji aliyê du dewletan da dagîrkirî bû. Û piştî ewqas şoreş û cangorî bi dirêjahiya sedsala 20-an va ye Kurdistan hên jî dagîrkirî ye, û va ye pirojeyên „hemwelatiyê“ di çarçewa dewletên dagîrker da pirojeya rizgarkirina Kurdistanê dide aliyekî.

Pirs niha eve:

Gelo aliyê neyînî yê çanda pêkhatina kurdistanî li ser me çarenûseka ebedî ye?

Gelo çarenûsa Kurdan ewe ku ew ta ebed di vê rewşa kambax da bimînin?

Helbet, na. Rola gelan di çêkirina çarenûsa wan da pir girînge, û gelê Kurd jî ne awarteya vê qeydê ye. Tiştê ku ji Kurdan ra pêwîst, ji bo çêkirina çarenûsa xwe, ewe ku ew xwe ji vê rewşa kambax derbixin, ku ew çanda xwe ya kurdistanî resen ji gil û gemara serdemên dagîrkeriyê paqij bikin, wê ji çanda tirsonek û revok azad bikin, û kesayetiya kurdî ji rewiştên koletiyê rizgar bikin.

Bi gotineka hên zelal: Tiştê ji Kurdan ra pêwîst ewe ku ew bîreweriya kurdistanî avabikin, hişyariya kurdistanî pêkbînin, hevgirêdana xwe ya kurdistanî biçespînin û nirxên kurdistanî xurt bikin. Bi saya van çar pêkanînan ewê bikaribin dawiyê li vê rewşa neteweyî û mirovayetî awarte û bi şerm bînin.

Rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd di radeya yekem da berpirsiyarên pêkanîna vê yekê ne.

Û çi dibe bila bibe, divêt Kurdistan rizgar bibe !

30.12.2016

Jêder:

PAGE 1

Abo Shame: Oyon Al Rawdateyn, 3/67, 86, 88.

Samuel Kramer: Ji tabloyên Sûmer, rûpel 79. Dyakonov: Midia, rûpel 111, 112, 115-116. Abdulhamid Zayed: Rojhilatê hemdem, rûpel 574-575.

Herodotos: Dîroka Herodot, rûpel 93.

Ibin Shedad: Al Newader Al Sultaniye, rûpel 64-65. Ibin Shahin al Meleti: Seyrana efsaneyan, rûpel 63-64.

wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

Xelekên Gotaran: Kurd û Dagîrker /Xelek 30

C. M

Back to top button