Gotar

Çima gel bi Hêzên (HSD) ve hatîye girêdan?

Mustefa Ebdo                   

Di destpêkê de, Hêzên Sûriya Demokratîk ne tenê yekîneyên şerker in ku rola wan şerê li dijî terorê û parastina ewlekarî û sînorên welat e, belê ew pirojeyeke demokratîk li herêmê ye ji bo bihêzkirina rewşa jiyana hevbeş û pêkvejiyanê, nêzîkirina şaristanî û çandan di civakê de, ber bi azadî, ewlehî, û aramiyê ve diçe. Bi hêza xwe beşek ji vî gelî ye û di qonaxên lawaz de jî hemû gel tê temsîlkirin.

Dilsoziya vê hêzê bi welatê xwe re ye, ne bi partî, û kes û tevgerekê re, ji bo hemû gelê Sûriyê ye, ji ber vê sedemê û sedemên din, vê hêzê di dilê gel de statûya xwestî bi dest xistine, her tim li kêleka wî, ewlekariya wan diparêze û sînorên xwe diparêze.

Hinekan hewl dan ku vê hêzê tohmetbar bikin ku ew hêzeke xizmeta partiyekê diki û di warê leşkerî de ne di asta pêwîst de ye, lê rojan zû eşkere kir ku ev tişt tenê ji aliyê dijminên welat ve hatine kirin, yên ku dîtin ku ev geşbûna karînên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk metirsiyek e li ser hebûna wan dike nemaze piştî serkeftinên Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî terorîstên DAIŞê li navçeyên cuda yên Sûriyê.

Tevî vê yekê jî, Hêzên Sûriya Demokratîk dûrî azarên xelkê ne ket, ji ber wê yekê bi gelê xwe re bû yek ji bo vegerandina rewşa asayî û hevgirtin û peywendiya di navbera hemû  pêkhateyên cihêreng de.

Îro Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi rêkeftinên pêşketî di nav artêşên cîhanî yên ku şerê terorê dikin de hatîye dabeşkirin.

Encamên ku vê hêzê di têkbirina terorîzmê û piştgirên wê de bi dest xistine, di heman demê de hêzên leşkerî yên mezin li hember wê têkçûn, bi awayekî piştrast dikin ku ev hêz dikare hevkêşeya dijwar di parastina doktrîna xwe ya şerker de bi dest bixin û dikare rûbirûyê her êrîşek muhtemel li dijî welat bibin û rûbirûbûna her cûreyên terorîzmê ku armanca wê tinekirina şiyanên netewe û gel e.

Ji ber vê yekê kîneke mezin li dijî vê hêzê tê kirin, lewma gel li dora wê kom dibe da ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk weke parçeyek ji vî welatî, niha û pêşerojê  bimîne.

Back to top button