GotarHemereng

Cîhan ji Gilgamêş re Jî Nema

Cîhan ji Gilgamêş re Jî Nema:

Ho ho li min li min, lo lo rebeno êdî bes e bes e bes koletiyê ji dijminê doza xwe re bike, ev 60 sal in ku tu bu yî partî bi navê Kurdan taxifî, lê yek ji Kurdan weke te naxwaze … dengê te dengê Sultanê ji mormorkê hatiye çêkirin … dengê te yê meznê Dayîş û kujer Erdoxan e … ji riha bavê Kurdan fihêt bike ey sêwelek …gelo bêvila te naşewite, pozê te bîna îsotên tûj nake … gelo tu beqa nav avê yî ji tifên Kurdan şerm nake … gelo hestiyên te yên reqê ne, ne xema wî tevr û bivirên Kurda ne … gelo tu çi reng meriv î weha tu riswabûnê dipejirênî ji bo yî çend kaxezên kesk … fihêt bike li nirxên Kurdayetiyê vegere, bi refê xwe re bifire … bes koleyê dijmin be, bes li pişt Elûşê kîmawî be, bes li pey Erdoxanê kujerê zarokê Amedê û Kurdan be … bes e îdî bes e lo, te kelê kir ha, bes e sêweleko … besssss eeeeee.

Ev bû sê-çar roj daholvan û zirnevanan bê rawestan li dîlana nemane mazotê li Rojavayê dilê min didin … armanc jî xuya ye şerê Rêvebiriya Serbixwe ye … ew dixwazin nêçîrê di nav çiravê de bikin, lê bi Yezdanê Pak ew dê masîkî jî negirin … tiştê her î seyr û dilayî daholvan li Ewrûpa û Emerîkayê dijîn; ez bawer dikim bêtirê wan ewrokî jî ji bo mazotê nadin gelê Rojavayê… Gelo hûn nikarin ji dêla nivîsên li ser mazotê hevokekê li ser lehengiya wan camêrê YPG û YPJ binvîsin?!!!…rexne ye ha tu dibêjî ev rexne ye, de ka ji rastiya xwe careke tenê pesnê lehengê ku şev û rojê Rojava diparêzin bide … ha ev rexne ye naxwe rexneya ha … kuro, kero û bê-hişo de ka rexnê li tiştê bi nirxtir bike … gelo ma tu nabênî bê yên derveyî rexnê te ne çi dikin! Ha ha ha li Enqerê dicivîn û dûvê Elûş in, di civin di bin rêveberiya Erdoxên de … da dek û dolaban li ser serê Kurdan bikin … tembûra Kurdan ji wan re kok dikin li ser: Na Ji Rêvebiriya Serbixwe re … na ji Fedralîzmê re … na ji beşdarbûn YPG di Cinêva çaran de … na ji gengeşa li ser mafê neteweyî yên Kurdan re … na na na ji mirîşk û pisîkên Kurda re … bes e sêwelekino … besssss eeeeee.

Ha ha ha … ho ho li min li min, lo lo rebeno… Ji Rêvebiriya Serbixwe û Fêdralismê re, na, na û na.
ji beşdarbûna PYD di Cinêvê de, na, na û na.
ji destûra rûsan nivîsiye, na, na û na.
Dewleta virqo dibêje rikberiya sûrî( Enekesê jî di nav wan de ye) li ser van xalên jorîn li hev kirine.
bersivê bidin ey rexnevanino gelo dewleta virqo rast dibêje?
Eger rast be hûnê herne Cinêvê ji bo çi? Bawer bikin dijminatî û reşkirina PYD sûdê nadê we û dîroka we reş dike … bes e sêwelekino … besssss eeeeee.

Berî du rojan mezinekî rexnegêran li ser rûpela xwe yî fêsbûkê nivîsiya û gotiye: Em di roja 3.2.2017-ê di civîna Enqerê de rûniştine li ser vexwendina wezareta karê deve ya dewleta virqo, di wê civînê de, Riyad Hicab, Anes Elabda û hin kesên serbixwe amade bûn … mane hûn dizanin bê ev kî ne?!! … ha ha ew serkrexnegêr dibêje gengeşe tenha li ser girîngbûna beşdariyê di Cinêvê de 20-ê vê mehê û li ser pêkanîna agirbestê û li ser babetên ku dê bête gengeşekirin li Cinêvê bûn … vî berpirsyarî hîn jî got: Nameya wezîrê karê derve yê dewleta virqo em bi nav kir in hewwaaah bê çendî tu weke dîkê eloka xwe dinepixîne … ha ha ha navê we got, heyla mi xulya dêr û mizgefta li serê we kira … ha ha naxwe navê we biland, bi Yezdên gelekî rêza we girt gerek e hûn ji şadîmaniyê bê bask bifirin azmanê heftan… besssss eeeeee.

Vî serkrexnegirê hêdîka li ser rûpelê xwe nivîsandiye û di herdû hevokê dawî weha gotiye: Di civîne de li ser pêşeroja Sûrî, rengê avakirina dewletê, rejeîma rêveberiyê û mafê KÊMNETEWAN nehatiye axaftin … îca de were safî ke … efendim naxwe tu çûyî wir çi ….li ser mafê KÊMNETEWAN nehatiye axaftin … de were devê xwe negire û nepeyive… de wer e vî kerî di vî borî re derbas bike … hema ez dijûn û şoran nakim ez wan dihêlim ji hineka din re… besssss eeeeee…. Heyla min xwelî li serê we kira.

Dawî ezê bihna xwe li mezinê we fere bikim ji ber hûn pir pesnê wî didin… ez dikarim yek bi yek navê we bibêjim … lê hûn ne hêja ne ku ez navê we bibilînim….lê dîsan ez dibêjim ta hûn dikarin li ser mazotê baxivin … lê li ser jinên Şengalê naxivin … li ser 11000 PAKREWANÎ li Rojavayê dilêmin naxivin … li ser … naxivin … bila mazot benîştê devê we be belkî hûn bi bîna wê serxweş bibin û hinekî hûn lehengan ji bîr bikin… besssss eeeeee…. Heyla min xwelî li serê we kira.

Pêşî ezê pesnê we bidim, dûv re jî sira Erdoxên e.

Ji Xirabmedarn re:

Bihna Erdoxên gelek xweş e
Jê difûre gul, çîçek û binefş e
Sipîde li ber wan dike reş e
Gelo Qamişlo yan Stembol xweş e?!
Kuro dîroka xwe meke reş e
Îro dolar in lê sibe mirina reş e
Vegere Qamişlo biçîne binefşa
Jiyana xwe bike rojên geş e
Pir xweşe Stembol pir xweş e!

Beranê Sor û Roviyê Bêzirav:

Ji dema Soro hatiye ser têxt çok li Erdoxên dilerzin û nizane çawa xwe nêzî Soro bike … Soro çi dibêje ew xwe ker û kor dike, ne wêre li ber bê wist, lam û cîm … Erdoxanko bina ha hey ji xwe hebe … ev Soro ye… ev ne Reşo ye … Soro ne heneke … her bê olek bawermendekî xwedî doqik jê re divê.

Ev Soro ye ne henke… Erdoxan ne wêre li ber bibêje wist, Lam û cîm; ev ne Rešo ye.

Bes e bese ez nema dirêj dikim û serê we gêj dikim, lê dîsan dibêjime we vegerine nav refê xwe … xwe ji nava gemarê drêxin… heger hûn bixwazin xwe derêxin Kurd wê arî we bikin … heger hûn naxwazin dîrok wê dilovaniyê li we neke, gelo ma çima hûn nakin …eger hûn li kalkê xwe binerin hûnê bêne ser riya rast … gelo hûn ji mirinê ditirsin … na na netirsin cîhan ji Gilgamêş re jî nema …. besssss eeeeee…. Heyla min xwelî li serê we kira.

Bawer bikin, Kesê ji mirinê bitirse xwe û jiyanê jî winda dike.

Sêvdîn Arafat – Elmanya, 05.02.2017 –ê Z.

C. M

Back to top button