ManşêtNûçe

Ceneral Mackenize: Rêxistina DAIŞ hîn jî xeteriyeke demdirêje

Pêşengê Fermendariya navendî Ceneral (Frank Mackenize) wiha zelal kir, tevî ku rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst rastî derbeyan û parçekirinê hat, lê ew nayê têkbirin bi temamî heta ku cîhan riyeke bibîne ji çareseriyê û vegerandina bi hezaran ji kesan yên ku koçberbûn bi sedema salên şer li Îraq û Sûriya, wiha lê zêde kir ku tu wesîleyek leşkerî tune ye ji bo çareserkirina pirsgirêka penber û koçberên di hundirê Rojhilata Navîn yên li benda vegerîna welatin, yên bûn encama duyemîn mixbinî ji nakokiyên çekdar.

Mackenize di notên xwe de ji Meclisa Netewî ya Netewên Yekbûyî got:

Îro di der barê qadê berfireh ji Sûriya û îraq koçberên hundirîn û penaberên di kampan de ew esîrin ji bo danîna Îdyolojiya DAIŞ’ê, ev pêşketineke ji hişyariya xeteriyê ye bi encamên mumkin li ser nifşên bê, çareserî divê di riya hewildana hevbeş bê ji aliyê rêxistinên Dîblomasî, Ewlehî û Mirovî.

Mackenize wiha lê zêde kir:

Civaka navdewletî tu rê nedît ji bo vegerandina wan ji welatên wan, û vegerandina hevgirtina wan di civakên herêmî de, û piştgiriya bernameyên lihevanîna herêmî ji wan kersan re, di encamê de em ê ji xwe re pirsgirêkek Îstratîjîk bînin piştê 10 salan dema ku ew zarok bibin tundraw.

Mackenize tekez kir û wiha got: Eger anha em bi vê pêşketina metirsîrdar mjiul nabin em tu carî DAIŞ’ê têk nabin.

Li sernaserî şeş salên borî, di destpêka biryara serokê berê Barck Obama di sala 2014’an de bi vegerandina hêzên Emerkî ji Îrqaê ji bo pêşdeçûna hêzên DAIŞ’ê ji Sûriya û Îraê rawestînin, dewletên Yekbûyî pêşengiya hewlidanên têkbirina komên tudraw di her du welatan kir, lê komên terorê nehat têkbirin bi giştî, Mackenize got:

DAIŞ dev ji xwesteka xwe berneda ji bo vegerîna xîlafetê û êrîşa Rojava bike.

Serok (Donald Turamp) daxwaz kir ji bo vekişandina Emerîka bi giştî ji Sûriya, û pêvçûna li wir şîrove kir ku ne layiqê qurbaniyên Emerîkayê ye, tevî hebûna b çend sedan ji hêzên Emerîkî ku li wir kar dike bi hêzên herêmî re ji bo xurtkirina deskeftiyên li dijî DAIŞ’ê, û Welatên Yekbûyî derdora 3000 hîn jî li Îraqê ne, berî çend roja jî Pentafon raghand ku Turamp biryar da ku li Îraqê hêza xwe kêm bike 2500 bêyî guhertin li gorî Sûriya.                                        Serokê hilbjartî (Joe Biden) ji mêjve nîqaşkirin ku piraniya hêzên Emerîkî vegerînin welat ji şeran li Rojhilata Navîn û Efganstanê, û li ser hewldanên artêşa Emerîkî li ser têkbirina DAIŞ’ê û Qaîde bisekinin.

Her wiha serok Turamp şantaj kir ji bo vegerandina çekdarên DAIŞ’ê ji welatên wan re yên Ejnebî û girtiyin li Sûriya, lê welatên wan ew red kirin, her wiha baldariyek mezin tune bû bi pêşengiya hewildanên Dîblomasî û mirovî ji bo vegerandina penaberan û koçberan di hundir de ji herêman û warên aborî baştirbe.

Mackenize îşaret kir rêxistina DAIŞ’ê ne di rewşek baş de ye bi avakirina metirsiyek ewlehî ji Welatên Yekbûyî re li ser asta kin ve, lê nehat têkbirin bi giştî, zelal kir zexta ku artêşa Tirk pêk anî û rêxistinên din li ser vê rêxistinê kir ji zehmetî ye ku pereyan bihewilînin û rêxistina pilanan û birina kesên hewcdar ji bo êrîşên derve pêk bînin di destpêkê de ji Îraq û Sûriya.

Back to top button