Qamişlo
Îro malbat, dost, Partiyên Siyasî û Rêveberiya xweser li navenda HRRK ya ya bajarê Qamişlo civiyan û têkoşeer Yûsif Dîbo bi bîranîn.
Beriya ku bernameyê bîranîna têkoşer Yûsif Dîbo destpêke amedekar deqeyek bê deng li ser ruhê cangoriyên azadiyê rawestiyan û piştre bi kurtasî li ser jiyana Yûsif Dîbo hat bi lêv kirin.
Paşê bi navê malbata Dîbo Sîhanok Dîbo axifî û soza xwe nu kir ku wê her bimînin li ser şopa şehîd û têkoşeran.
Her weha gelek axaftinên din hatin kirin bi navê Rêveberiya Xweser hevserokê herêma Cizîrê Hesen Şero, bi navê partiya me hevserokê PYD e Xerîb hiso û Salih Gedo sekertêrê giştî yê Partiya çep a Demokratîk kurd û bi navê saziya malbatên şehîdan Rêzan Gilo axifî p di axaftinan de sersaxî ji malbatê re hat xwestin û ked û xebata têkoşer Dîbo bi lêvkirin.