DaxuyanîManşêt

Çar sal in û Efrîn azarê ji teror û dagirkeriya faşîzm dikişîne

Piştî berxwedana efsaneyî ya gel û şêniyên wê Hêzên Parastina Gel û Jin ku du mehan li ber hovên terorê û dagirkeriya Tirkiyê dewam kir, Efrîn di sala xwe ya çaremîn de hîn jî li dijî teror û dagirkeriyê şer dike; ku ji her tiştê mirovahiyê dûr in.

Berxwedana efsaneyî di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêr hate nivîsandin, û hemû rejîmên navneteweyî, herêmî û gelên herêmê matmayî hişt, ku ew çirayek zindî û dibistanek bû ji bo hemû wateyên diyarî û qurbaniyên di dirêjahiya serdeman de pêk hatin, piştî ku artêşa Tirkiyê a dagirker nikarî li ber vê berxwedan rû bi rû bimîne; dest bi wêrankirina gund û bajaran bi bikaranîna çekên qedexekirî û bi bêdengiya tam ya civaka navneteweyî dagirkeriya Tirkiyê êrîşî kantona Efrînê kir û gund û bajarokê wê hilwişand heta ku di 18’ê Adarê sala 2018’an de hate dagirkirin.

Ji wê dîroka reş û vir ve û piştî derbasûna çar salan, faşîzma Tirkiyê ya toranî bi riya çeteyên xwe yên ji Itîlafa Sûriya û komên girîdayî wê, li dijî gelê me yê Efrînê, şêweyên herî hovane ji kuştin, wêrankirin û çewsandin pêk tîne, û bi pereyên bi guman ên Îxwan bi awayekî sîstematîk avakirina wargehan didomîne, û navên gund, bajar,qadên giştî û cihên dîrokî yên ji aliyê bav û kalên me hatine avakirin, yên ku rê li ber derketina şaristaniyên mirovahiyê li Rojhilata Navên vekirin, diguherîne, ku Ewabit û Isûd Tela Eyn Dara yên berî hezarê salan bû şahidê hovîtî û nîjadperestiya faşîzme Turkiyê û çeteyên wê dema di êrîşa terorê de hat rûxandin, û di hemleyek wêrankirina xwezayê de, bi birîna darên zeytûna ên kevin, û şewtandina berhemên xelkên Efrînê û feqîrkirika wan bi şantajê, talankirina debara jiyanê û mal û milkên xelkê û revandina gelê Efrînê, bi armanca tunekirina şaristanî û hebûna dîrokî ya gelê Kurd, heta bi cihên pîroz weke mizgeft û dêran jî hatin binpêkirin ji hêla çeteyan û dagirkeriya Tirkiyê.

Ji her kesî re diyare ku êrîşa Efrînê bi bazar û komployên di nav bera hêzên çalak di dosyaya Sûriyê û dagirkeriya Tirkiyê de pêk hat ku herêm li ser hesabê Efrîn û bajarokên wê û gundên wê yên ewle û aram hat wêrankirin ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de hembêz kir dema ku ji şerê hovane yê li Sûriyayê reviyan, û piştî ku opezîsyona Sûrî bû çete li ser daxwazan, bi hemû dijminatiya xwe ya şovînîst û nijadperest tevlî şer bûn û bûn pêşengê maşîna rejîma faşîst a Tirkiyê û sotemaniya ku dewleta Tirkiyê pê agirê mezhebî û faşîstê pêxist da ku hemû herêmên Sûriyê bişwitîne.

Em di meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD bi tundî siyasetên rejîma Tiriyê, tedbîrên guhertinên demografîk, û kiryarên wê ên zordar ji kuştin, revandin, dizî, talankirina zeviyên çandiniyê û darên bi berhem, revandina mirovan, derxistina wan ji cih û warên wan û hewildanên tirkkirina bajar, şermezar dikin.

Em tekez dikin ku dagirkeriya Tirkiyê ji herêmên me, wê derbikeve di serî de Efrînê heta ku îrade û berxwedana gelê me berdewame di xurtkirina eniya xwe ya navxweyî de li ser esasê şerê gelê şoreşgerî û di nav bera hemû komên xwe dewam dike, û heta ku xeta têkoşînê bi hemû riyên rewa bi lez bilind dibe, her wiha em berdewamiya riya rizgariyê bi hemû awayan tekez dikin, û daxwaz ji hêzên çalak di dosyaya Sûrî de û bi taybet hêzên navdewletî dikin, ku dagirkeriya Tirkiyê ji herêmên me yê dagirkirî derxînin û bi rola temaşvan razî nebe û em bang li civaka navdewletî dikin ku binpêkirinên dagirkeriya Efrînê qebûl neke û muhasebekirina hemû kiryarên wê yên dijmirovî li dijî gelê me, û Tirkiyê bi zagonên navneteweyê yên ku mafên gelan misoger dike, mecbûr bike, her wiha em girîngiyê didin berxwedana efsaneyî ya gelê me yên li kampên Şehbayê yên bi darê zorê koçber bûne û hebûna wan silav dikin, ku ev yek nîşaneya sekna wan û baweriya wan a ji bo vegera Efrînê ya ku nûnertiya axa pîroz a gelê Kurd e, dike.

Nemirî ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê

Meclisa Giştî ya Pariya Yekîtioya Demokratîk PYD

2022-3-17

Back to top button