ManşêtNûçe

Canda Mihemed: Tirkiyeyê dixwaze dagirkeriya xwe berfireh bike li herêmên me

Di daxuyaniyek taybet ji bo malpera Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, endama desteya rêvebir a Meclisa Sûriya Demokrat Canda Mihemed got: Dewleta Tirk mijûlbûna cîhanê bi şerê Rûsiya- Ukraniya bi kar tîne, ji bo operasyoneke leşkerî li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriya pêk bîne, bi armanca dagirkeriya wê û avakirina avahiyan bi hinceta vegera penaberên Sûrî.

Li ser gefên Tirkiyê yên li ser herêmê Canda Mihemed got: ne cara yekemîne ku Tirkiyeyê gefan dixwe ku operasyoneke leşkerî li ser herêmê pêk bîne.

Canda Mihemed dibîne ku Tirkiyeyê cidî ye ji ber ku daxwazên wê yên dagirkeriyê yên berfire li herêmê hene, êdî mijûlbûna cîhanê bi şerê Rûsiya û Ukraniya bi kar tîne, eger çiraya kesk a Rûs û Amerîkayê werbigire wê êrîş bike û herêmên nû dagir bike bi hinceta avakirina herêmek nû û vegerandina bicihanîna penaberên Sûrî. Îfade kir ku her êrîşeke Tirkî li ser herêmê wê karîsetên xeter li ser gelê Sûriya û tevahiya herêmê bike, û wê vê herêma bi ewle bike xeteke sînor ku tevahiya rêxistinên terorê bihewîne, ji bo piştre di opersayonên xwe yên leşkerî bi kar bîne.

Wiha lê zêde kir: Dewleta Tirk avahiyan li çend herêmên ku di bin dagirkeriya wê de ne ava dike, jê li Efrînê ji aliyê hin rêxistinên welatên Kendavê weke Qeter ve tê fînansekirin bi hinceta ku ew rêxistinên piştgiriya karên mirovahiyê dikin..

Canda Mihemed daxwaz ji van dewletan kir ku piştgiriya xwe ji van rêxistinan bisekinîne.

Di dawiya axaftina xwe de Canda Mihemed bang li tevahiya jinan kir ku dengên xwe bighînin dewletên cîhanê ku Tirkiya rawestînin û sînorekî ji êrîşên wê yên leşkerî li ser herêmên ewle deyîne, û got: Em weke jinên bakur û rojhilatê Sûriya em ê dengê xwe bighînin hemû jinên cîhanê ku bi rola xwe rabe ku bandora xwe bike li ser dewletê xwe ji bo piştgiriya çareseriya doza Sûriya li gorî biryara neteweyî (22-45) ji ber ku ew riya yekane ye ji bo li hember armanca dewleta Tirk a parçekirin û dagirkeriyê bisekinin.

Back to top button