Çand û HûnerManşêtNûçe

Çalakiyên pêşengeha Herekol a Pêncemîn destpê kir

Bi sponseya Desetya Çand û Huner, îro di dîroka 29’ê Tîrmehê, pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkê ya Pêncemîn hat vekirin, di bin drûşmeya ” Pirtûk rojhena jiyanê ye”, li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner li bajarê Qamişlo, bi tevlîbûna 44 weşanxaneyan ji gelek dewletên cihanê.

Di pirtûkên pêşkêşkirî gelek mijarên cuda hene jê: “siyasî, çandî, civakî, felsefî û olî…”, bi gelek zimanan jê Erebî, Kurdî, Suriyanî, Înglîzî û Tirkî, wekî din beşek taybetî zarokan heye.

Hejmareke mezin ji rewşenbîran, hejmarek ji nûnerên Rêveberiya Xweser, û gelek şênî hazir bûn di dema vekirinê de, her wiha şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokrat beşdarî pêşengehê bû.

Ronahî Hesen cîgera hevserokatiya hevbeş ya Desteya Çand û Huner, vekirina pêşengehê ya salane ya pêncemîn li tevahiya şehîdan û hemû beşdaran pîroz kir.

Ronahî îşaret kir ku pêşengeh di çapa xwe ya pêncemîn de 130 hezar sernav dihewîne, û bi tevlîbûna 44 beşên çapxaneyan û belavkirinê, û nivîskarên ji Rojhilata Navîn û Sûriya û herêmên bakur û rojhlatê Sûriya.

Ronahî Hesen tekez kir û got ku armanc ji vekirina pêşengeha Herekol  ew e rê li ber nezanebûnê bigrin di nava civakê de û teşwîq bikin li ser xwendin û belavkirina çandê, ji ber vê yekê em her sal vê pêşengehê li dar dixin.

Hêjayî gotinê ku çalakiyên pêşengehê wê 8 rojan berdewam bike, her wiha wê bernameyek ji bo semîneran hebe ji hêla Komîteya Amadekariyê ya pêşengehê.

Back to top button