
Di bin drûşmeya “Bi ruhê şerê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têkbibin û Sûriya ya demokratîk avabikin”, îro kongreya 9’emîn yê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD tê li dar xistin, li navenda “Serdem” ya çand û hûner li bajarê Hesekê bi amadebûna hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Enwer Muslim û Eyşe Hiso, her wiha bi amadebûna 700 delegeyan ji tevahiya herêmên bakur û rojhilatê Sûriya, başûrê Kurdistanê û Ewropayê .
Endamên partiyê û kesayetî, hêzên siyasî û civakî û rûspiyên êlan û rûspiyên hemû pêkhateyên civakê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin navenda bajêr.
Kongir bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan.
Li gorî bernameya partiyê wê çalakiyên xwe berdewam bike bi gotina hevserokatiya partiyê Eyşe Hiso û Enwer Muslim, wekî din gotinên bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Fedrasyona Birîndaran.
Hêjayî gotinê ku wê kongir du rojan berdewam bike.