Çalakiyên greva birçîbûnê ên ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li dijî girtiyan, li girtîgehan, Mexmûr û Yewnanistanê bi biryardariyeke xurt berdewam dikin.
ZÎNDAN
Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîdê û azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan ku di 27`ê Mijdarê de hatibû destpêkirin, ev 121 roj in dewam dike.
Girtî destnîşan dikin ku li gel zext û zordariyê jî heta tecrîd bi dawî nebe ew ê bi biryardarî çalakiya xwe dewam bikin û bang li gel dikin ku xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin.
MEXMÛR
Li Wargeha Penaberan A Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê Kanûnê de çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 100`î de dewam dike.
Şêniyên wargehê di çalakiya xwe de bi biryar in û diyar dikin heta tecrîd neyê şikandin û zordariya li zîndanan tê meşandin neyên rakirin, ew çalakiya xwe ranawestînin.
YEWNANISTAN
Welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kiriye, bi îsrar çalakiya xwe didomînin.
Çalakiya ku bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hatiye destpêkirin, di roja 83`yemîn de dewam dike.
ANHA