ManşêtNûçe

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 143’yan de berdewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 143’yan de berdewam dike.

Girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyeyê de, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 143’yemîn de ji aliyê koma 29’emîn ve berdewam dike.

Back to top button