Ji bo pêşxistina xebata partiyê, buroya rêxistinî di Pariya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê civînek ji endamên partiyê, ji bo rêxistinkirina civakê, bi beşdariya hevserokatiya hevbeş a partiyê “Enwer Muslim” û “Ayşa Hiso”, li dar xist.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre civîn li ser pêşketin û geşedanên ku qada neteweyê û herêmî bi giştî û li Sûriya bi taybet tê de derbas dibin hat nîqaş kirin, her wiha rewşa rêxistinî ya hevalan di nava partiyê de hat gotûbêj kirin, û pêşniyar û astengiyên xebatê hat guhdarkirin, û mekanîzmaya çalakkirina zûtir a buroya rêxistinî, û xebata ji bo organîzekirina hemû beşên civakê û aktîfkirina wan ji bo pêşxistina civakê hate nîqaş kirin.