ManşêtNûçe

Bûldan: Nikarin bi HDP’ê, lewma êrîş dikin!

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan bal kişand ser êriş û gefên li dijî partiya xwe û got: ” Nikarin bi HDP’ê. Yekane sedema êrişa wan a li dijî HDP’ê ev e û kesên vî welatî rêve dibin wê paşve gavê biavêjin.”

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya pê re di çarçoveya kampanyaya “Destpêkê Edalet” a partiya xwe de serdana Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD).

Pervîn Bûldan piştî serdanê daxuyanî da û got: “Di çarçoveya kampanya xwe ya ‘Destpêkê Edalet’ de me xwest careke din guh bidin pirsgirêkên welatiyên xwe yên elewî û li daxwazên wan guhdarî bikin. Lewma em hatine vê derê.”

Bûldan bal kişand ser zilma li kurdan tê kirin û wiha got: “Em zanin ku îro li vî welatî çiqasî zilm li kurdan tê kirin, heman zilm li elewiyan jî tê kirin. Komkujiyên Mereş, Dersim, Çorûm û Sêwazê de jî komkukjiyên Roboskî û Zîlanê ne cuda ne.”

Bûldan diyar kir ku tu hêviya wan ji AKP û MHP’ê nîne û got: “Em ê bi têkoşîna xwe ya mil bi mil a bi hev re destkeftiyan bi dest bixin. Yên ku her roj êrişî HDP’ê dikin, yên ku her rojê li pêşiya civaka Tirkiyeyê hewl didin krîmînalîze bikin, di nava civakê de bersivê nabînin. Haya wan jî ji vê yekê heye. AKP û hevkarên wê ku dengê wan kêm dibe, bi vê zane lewma êrişî me dike. Nikarin bi HDP’ê, yekane sedema êrişa li dijî HDP’ê jî ev e û dê kesên vî welatî rêve dibin paşve gavê biavêjin.”

Back to top button