Îro ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qaimşlo şehîdên ciwanên şoreşger bi bîr anîn, û soz dan li ser şopandina xeta şehîdan heta bidestxistin serkeftinê.
Bi dehan ji saziyên sivîl û hin partiyên siyasî li hola navenda Çandî ya rojhilatê navçeya Til Hemîs kom bûn, navenda çandî bi wêneyên şehîdên ku ji hêla dewleta Tirk hatin hedefgirtin li ser riya bajarokê Til Merşf hate xemilandin ( Ozgur, Fecîn, Weed), bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Hemîs Ehmed el-Xelef axivî, û hedefgirtina van şehîdan şermezar kir.
Di heman çarçoveyê de rêveberiya Ekadîmiya Civaka Demokratîk li Til Hemîs, Ezarî Fîcan axivî û got: Em îro li hember tundtirîn rêxistinên terorîst rû bi rû ne, ew dixwain vîna me bişkînin di riya hedefgirtina cihên leşkerî û xizmetguzarî.
Di dawiya axaftina xwe de Ezarî Fîcan tekez kir ku ew ê riya şehîdan bişopînin, ji bo azadiya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê.
Di dawiya bîranînê de senevîzyonek hat pêşandan.