ÇalakîManşêtNûçePYD

Bîranîna Şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê li Şehbayê

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD civîneke bi boneya salvegera şehadeta Şeîlan Kobanê û rêhevalên wê yên ku li Musilê li ser destê îstxbarata Tirkiya û çeteyên girêdayî wê şehîd ketin, li “Tilqirahê” li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan, piştre endamê meclisa giştî ya partiyê Esed Menan û Rodên Mihemed endama meclisa jin axivîn.

Esed Menan li ser jiyana Şîlan Kobanê axivî û got: Tevî hemû hewildanên dewleta Tirk a faşîzm û pîlanên wê ber bi Tevgera Azadiya Kurdistanê her wiha ber têkoşerên azadiyê û pêşengên partiyê, lê me gelek destkeftî bidestxistin ji ber ku em li ser riya şehîdan dimeşin.

Lê zêde kir, ” bi saya têkoşîn û fedekariyan têkoşîna tevgera me bû li ser asta cîhanê.”

Ji aliyê xwe ve Rodên Mihemed îşaret kir ku şehîd Şîlan Kobanê sembola şoreşgeriyê ye, teqez kir ku pêkanîna hêviyên şehîdan ew armance ji bo Partiya Yekîtiya Demokrat.

Back to top button