ÇalakîNûçe

Bîranîna şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê li Minbic

Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokrat PYD- nivîsgeha Minbicê, roja duşemê civînek bi boneya şehadeta têkoşer Şîlan Kobanê û rêhevalên wê, li dar xist.

Civîn bi beşdarbûna hevserokê nivîsgeha Minbic Mehmûd Cemo û Frîdon Şêxo rêveberê nivîsgeha rêxistinî û rêveberiya meclisa jinê di partiyê de Emel Îbrahîm û hejmarek ji endaman li gel kesên navdar ji komîteya nivîsgeha Wefdî el-Şehba.

Di destpêka civînê de deqeyek rêzgirtin sekinîn ji bo giyanê şehîdan, piştre axaftin li ser kesayeta hevala Şîlan û têkoşîna wê, û li ser rola şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, hat kirin.

Back to top button