ÇalakîManşêt

Bîranîna salvegera yekemîn a şehadeta Zîlan Hesekê li Kobanê

Partiya Yekîtiya Demokrat civînek berfireh roja16’ê cotmehê li dar xist, bi armanca bîranîna salvegera yekemîn ya şehadeta Zîlan Hesekê.

Civîn ji aliyê hevserokatiya partiyê li herêma Firatê hat birêvebirin,  hevala Bêrîvan Hesen di destpêka civînê de dest bi bîranîna şehîda Zîlan kir di riya vegotinek li ser jiyana wê di nava refên partiyê de.

Her wiha Hesen li ser rola şehîdan di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriya axivî, û tekez kir ku şehîd yên herî yekem û bingehînin ji bo bidestxistina xewnên gelê me û gihaştina ewlehî û demokrasiyê.

Heval Ehmed Şêxo jî li ser rewşa heyî û pêwistiya ku nêzîkatî bin bi nirxên şehîdan û li ser rêxistina civakê bisekinin ji bo em bi qasî qonaxê bin û bersivek bin ji her guhertinek çêbibe di pêşerojê de.

Hejmarek ji hevalan mudaxele kirin bi pêşkêş kirina nêrînên xwe li ser vê bîranînê.

     

Back to top button