ManşêtNûçe

Bi peyamkê Navenda Parastina Gel salvegera 19’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê pîroz kir

“Li hemberî Komploya Navneteweyî ya ku ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurdistanê pêk hatibû, bi pêşengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pêngava 1’ê Hezîranê hatibû destpêkirin. Em salvegera 19’emîn a Pêngavê di serî de li rêberê me yê azadiyê Rêber Apo, li malbatên şehîdan, li gelê me yê welatparêz pîroz dikin. Em hemû şehîdên xwe yên qehreman ên ku bingeha vê pêngava dîrokî danînin û ji bo serkeftina wê kedên mezin dan, û sozê didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê bigihêjin serkeftinê û bîranîna şehîdên xwe bidin jiyîn.

Wekî ku tê zanîn dewleta Tirk bi desteka hêzên paşverû yên herêmê û hêzên hegemonîk ên navneteweyî, di sala 1999’an de dijberiya xwe ya li hemberî Rêber Apo gihandin lûtkeyê û xwest encamekê bistîne. Lê belê pêşbîniya mezin a Rêber Apo û helwesta wî ya rast a li hemû zextan ev komploya navneteweyî pûç kiriye û deriyê çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingehê demokratîk vekiriye. Li ser vê bingehê Rêbertiya me bang li hemû hêzên gerîla kir ku şerê çekdarî rawestînin û ji sînorên Tirkiyeyê derkevin.

PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ, PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ YA DUYEMÎN BÛ

Bê guman Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an jî weke Pêngava 15’ê Tebaxê di têkoşîna parastina hebûna gelê Kurdistanê de rol lîst. Pêvajoya nû ya têkoşînê ku bi Pêngava 1’ê Hezîranê dest pê kir, li hemberî pêvajoya îmhayê ya dewleta Tirk a ku hêzên Komploya Navdewletî piştgirî dayê, bersiveke xurt e. Pirsgirêka Kurd a ku Rêbertiya me ji sala 1993’an û vir ve hewl dide pêş bixe, bi rêya diyalogê, bingeha avakirina sîstema KCK’ê danî û bi giştî rê li ber paradîgmaya Rêbertiyê vekir ku bibe jiyanî.  Ruhê 1’ê Hezîranê ku li ser esasê hevgirtina têkoşîna gerîlayên azadiya Kurdistanê li çiyayan û helwesta serhildana gelê Kurd a li bajaran derketiye holê, ne tenê ji van hêviyan re bûye bingeh, tevî ku di encamê de hemû hewldanên bi nesamîmîbûna xwe têk çû jî dewleta Tirk di pratîkê de anî ser maseyê.Çi agirbestên ji sala 2006’an de dem bi dem pêk hatin, çi jî bi rêbazên diyalogê yên ku di Pêvajoyên Oslo û Îmraliyê de ji bo afirandina nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurdan, eşkere ye ku rola Pêngava 1’ê Hezîranê heye.  Di vî warî de mirov dikare qala bandorên siyasî yên pêngava dîrokî û bandora wê ya li ser mezinbûna têkoşîna me jî bike.

Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk a serdema nû ku bi vê nêzîkatiyê hate afirandin, ji aliyekî ve li dijî teknolojiya herî nûjena  serdema me di mijara parastina qadên azad de performansa asta herî bilind nîşan da, ji aliyê din ve jî bi saya kûrbûna ruhê fedaî yê di nava xwe de afirand, perspektîfeke nû da rastiya şer, têkoşîn û berxwedanê. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê îro ne tenê mîna gerîlayên berê-klasîk li ser erdê şer dikin, li gel şerê bi pisporî yê li ser erdê her wiha li binê erdê û li hewa jî asta leşkerî bi pêş ve biriye.

Li ser vê bingehê em salvegera 19’an a Pêngava 1’ê Hezîranê ya dîrokî careke din li gelê me, dostên me û hevrêyan hemûyan pîroz dikin, ji şervanên azadiyê yên ku di sala 20’an a Pêngava me ya pîroz de meşa ji bo azadiya Rêber Apo û gelê me bi biryardarî dewam bikin, ji gelê me û hêzên têkoşer hemûyan re serketinê dixwazin.”

 

 

Back to top button