ÇalakîManşêt

Bi hezaran şîniyên Herêma Firatê komkujiya Helenc şermezar kirin

Duh (23-hizêran 2020) bi hezaran ji gelên herêma Firatê derketin protestoyekê  ji bo şermezarkirina kokujiya Helenc ya ku dewleta Tirk a dagirker pêk anîn  di der heqê 3ê jinên sivîl di nav de Zehra Birukil endama kordînasyona  Kongireya  Star li Herêma Firatê.

Protesto ji qada jina azad li bajarê Kobanê destpê kir ber bi aliyê qada Şehîd Ekîd, û li wir xwepêşandaran bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê hemû şehîdên azadiyê sekinîn, piştira Rewşen Hacim bi navê tevgera jin li Herêma Firatê axivî û sûcên der heqê mafê jinên kurd ji hêla faşîzma Tirk ve şermezar kin û soz da şehîdan ku hêviyên wan bi cih bîne.

Her wiha hevserokê hevbeş yê meclisa rêveber a Rêveberiya Xweser li Herêma Firatê Muhemed Şahîn axivî û komkujî şermezar kir, û hêzên garantor (Rûsya û Emêrka) berpisyarên vê komkujiyê  kir, her wiha Muhemed Şahîn bang li hezên navdewletlî kir ji bo li gel gelê kurd bisekinin û bi dawîkirina van kokujiyan yê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlên li Bakur û Rojhilata Sûrî dikin

Di xwepêşandanê de Eyşa Efendî bi navê saziyên malbata şehîdan axivî, û van sûcan şermezar kir û wekî xeter pênase kir, her wiha Efendî di berdewama axaftinê de tekez kir ku dewleta Tirk ji jinên Kurd ditirs e, û ji ber vê yekê wan dike armanc da ku vîna gelê Kurd bişkîne da ku wan radestî xwe bike.

Back to top button