Nûçe

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê şehîd “Zeyneb û Brîtan” oxir kirin  

Duh Çarşemî 28’ê Îlonê bi hezaran şêniyên herêma Cezîrê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel û Jin, Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîma oxirkirina her du şehîdan bûn, Hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya herêma Cizîrê “Zeyneb Mihemed” ku li ser rêya Dêrikê dema ku erka xwe pêk dianî ji ber hedefgirtina balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker şehîd bibû û şehîd “Brîtan Dêrsim” navê rastiyê: Nêrmîn Sîno” ku dema li Tebqayê erka xwe pêk dianî şehîd bû.

Merasîma oxirkirinê ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ber bi goristana şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê bajarê Hesekê ve dest pê kir û cenazeyên her du şehîdan li ser milên xwe di nava berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana her du şehîdan de, hatin hilgirtin.

Merasîm piştî gihaştina goristanê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan, bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Jinê ve destpê kir.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Elî axaftinek kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Îro ji qenciya vê xakê du kulîlkên reyhanê pêşkêş dikin”.

Fatima Elî wiha berdewam kir: “Erdogan bi hemû çekên qedexekirî yên navdewletî, çiyayên me bombebaran dike, û balafirên bê mirov bikar tîne, hemû jî bi armanca şikandina îradeya hêzên me û têkbirina wan, lê tevî hewlên wî yên berdewam, ew hertim têk diçe”.

Cîgirê Serokê Meclisa Rêveber a Hevbeş a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer jî axivî û got: “Armanca van êrîşên li ser herêmên me qirkirin û tunekirina gelên li herêmê ye û ji bo vê jî dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe didomîne, da ku vîna gelan bişkîne”.

Û li ser şehîd Zeyneb wiha axivî: “Rêheval Zeyneb ji zarokatiya xwe heta şehadeta xwe bi ruhê şoreşgerî û berxwedanê mezin bû, ji ber ku li ku hat dîtin û di her kêliyê de bi ruhê berxwedanê mezin bû, heval kesayeta jina azad û têkoşer temsîl dike.”

Koçer di dawiya axaftina xwe de got, “Êrîşên dewleta Tirk a faşîst wê îradeya me qels neke, hêza me neşkîne û me netirsîne û ev êrîş ji roja destpêkê şoreş ve bi her awayî li dijî me tên kirin, lê ew ê me têk nebin.”

Seroka Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Evîndar Dîrk axivî û got: “Şoreşa Rojava weke şoreşa jinên cîhanê tê naskirin bi berxwedana Yekîneyên Parastina Jin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û berxwedana gelan a di nava 10 salên şoreşê de, li dijî rêxistinên herî xeternak bi hêza xwe şer kirin û bi hezaran şehîd dan.

Her wiha endama Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser Perwîn Yûsif jî axaftinek kir û wiha got: “Rêwîtiya rêheval Zeyneb ji destpêka şoreşê ve bi serketin û berxwedanê tije bûye.” Parwîn Yûsif destnîşan kir, “Ew ê li ser rêya azadiyê bimînin û tola kujerên şehîdan ên ku dixwazin gelên me tune bikin û hebûna me ji holê rakin, hilînin.”

Leyla Sarûxan xwişka şehîd Zeyneb wiha got: “Di vê kêliyê de axaftin li ser perçeyek ji kezeba me gelekî zehmet e, tu gotin nikarin alîkariya wî bikin û tu wesfek jê re nayê dîtin.”

Leyla got: “Dema ku birayê şehîd Zeyneb şehîd bû, erkên min du qat zêde bûn, ji ber ku ez niha bûm xwişka şehîdekî û ezê bi hemû hêza xwe ve layiqê wî bibim.”

Leyla Sarûxan soza şopandina rêya şehîdan heta serketinê da.

Paşê herdu belgeyên şehadetê hate xwend û radestî malbatên her du şehîdan bûn. Merasîm bi tilîliyên dayikan û berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana silav dike, bi hilgirtina her du şehîdan li goristana Şehîd Dijwar bi dawî bû.

 

Back to top button