ManşêtNûçe

Bi hezaran şêniyên Efrînê derketin meşeke girseyî ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê

Di salvegera 5’an ya dagirkirina bajarê Efrînê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê bi hezaran şêniyên Efrînê derketin qadan li kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina sûcên dagirkeriyê.

Di bin drûşmeya ” Efrîn wê ya me bimîne” bi hezaran ji koçberên bajarê Efrînê ya dagirker derketin meşeke girseyî li gundê Ehres ya girêdayî kantona Şehbyê di salvegera 5’an ya dagirkirina Efrînê, ya ku di riya operasyoneke leşkerî ji hêla dewleta Tirk pêk hat li hember bêdengiyeke navdewletî, beşdaran wêneyên şehîdên berxwedana serdemê hildabûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan, bi navê Rêveberiya Xweser Silêman Cefer axivî, di daxaftina xwe de dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku bajarê Efrînê û tevahiya xakên Sûriyeyê ya dagirkirî ji hêla dewleta Tirk bi dawî bikin, her wiha îşaret kir ku Rûsiya hewil dide herêmê vala bikin ji bo dewleta Tirk û dewleta Tirkiyeyê jî van herêman girêdayî xwe bike, lê berxwedana gelê Efrînê li Şehbayê tevahî wan hewildanan têk bir.

Piştr bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma Cimo axivî û dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir û destnîşan kir ku êdî gelê Efrînê wê têkoşîna xwe berdewam bike heta rizgarkirina Efrînê û derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê.

Back to top button