ManşêtNûçe

Bi hezaran ji şêniyên Qamişlo êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser sivîlan şermezar kirin

Îro 10’ê Mijdarê, bi hezaran ji şêniyên bajarê Qamişlo û bi hemû pêkhateyên wê, li dijî êrîşên dagirkeriya faşîst a dewleta Tirkiyê a ku duh li dijî sivîlên taxa Hilêliyê li bajarê Qamişlo pêk anî, xwepêşandaek li dar xist.

Xwepêşander ji qada şehîd Xebat ber bi mala malbatên şehîdan li taxa Hilîliyê meşiyan, di nav berzkirina diroşmeyên silavkirina şehîdan, bilindkirina wêneyên her sê şehîdan “Yûsif Gulo, Mehmûd Gulo û Mezlûm Gulê”, yên ku ji aliyê balefira bêmirov ên Tirkiyê hatin hedefgirtin.

Gel li ber mala malbatên şehîdan civiyan, li wir deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan sekinîn, piştre “Hesen Ubêd” bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî û hemû şehîdên azadiyê bibîr anî û sersaxî ji malbatê şehîdan xwest û tekez kir ku ev êrîşa ji aliyê dewleta Tirkiyê ew domandina siyaseta qirkirinê li dijî şêniyên bakur û rojhilatê Sûrî ye.

Hesen Ubêd di dewama axaftina xwe de, îşaret kir ku malbata her sê şehîdan yek ji malbatên herî kevnar ên niştimaî ye û ji destpêka şoreşê heta roja me ya îro xwedî rol in, îşaret kir ku ji bo bidestxistina rûmtê û azatiyê cane xwe feda kirin.

Her wiha bi navê malbatên şehîdan birayê şehîd Rêzan Gulo jî axaftinek kir û diyar kir ku armanca dewleta Tirk şikandina vîna gelê me û têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê, tekez kir ku ev armanc nayên cîbicîkirin, ji ber ku gelê me xwedî îradeyeke mezin in û rê nadin ku dagirkerî bigihêje armanca xwe.

Rêzan Gulo di dawiya axaftina xwe de wiha got: Em soz didin ku em ê li ser rêya şehîdan bimeşin û rêya wan biqedînin heta serkeftin û azadiya hemû herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk were.

   

Back to top button