ManşêtNûçe

Bi hezaran ji şêniyên Qamişlo êrîşên dagirkeriya Tirk şermezarkirin

Bi hezaran ji şêniyên bajarê Qamişlo di dîroka 27 çile de derketin xwepêşandanekê de, ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê û êrîşîn domdar li ser herêmên me, û hedefgirtina wî ji sivîlan bi taybet jin û zarok, û şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocelan.

Bi hezaran ji şêniyan, bi tevlîbûna endamên saziyên Rêveberiya Xweser di xwepêşandanekê de ji bo şermezarkirina kiryarên Tirkiyeyê û çeteyên wê der heqê sivîlan li herêmên me derketin, her wiha şermezarkirina hedefgirtina her du endaman “Seda, Hind”, û hedefgirtina sivîlan li Til Rifet, di heman demê de digel salvegera rizagakirina Kobanê, her wiha komploya navdewletî ya li ser rêbr Abdullah Ocelan şermezar kirin.

Şêniyan li pêşiya navenda Netewên Yekbûyî li bajarê Qamişlo sekinîn, daxuyanî hat xwendin bi şermezarkirina siyasetên Tirkiya a dagirker li herêmê û binpêkirinên komên terorîst ên girêdayî wê der heqê jinan, ku îradeya wê tê hedefgirtin ji hêla hişmendiya DAIŞ’ê ji bo redkirina wê di karê siyasî de û tevlîbûna wê di avakirina civakek azad demokratîk, û tekez kirin ku binpêkirinên Tirkiyeyê û çeteyên wê îradeya jina azad têk nabe û wê li hember zihniyeta DAIŞ’ê bisekine.

Her wiha daxuyaniyê destnîşan kir, li ser ku bêdengiya navdewletî der barê kiryarên tirkiyeyê, ku Erdogan û komên wî binpêkirinên dijmirovî bidomînin, daxuyaniyê banga derketina dewletan ji bêdengiya wan û li hember siyasetên Tirkiya ya dagirker li herêmê û hedefgirtina domdar ji sivîlan kir.

       

   

Back to top button