ÇalakîNivîskar

Bi dirûşma “Em ê teqez serbikevin” ciwanên PYD civîna xwe ya salane li herêma Firat li dar xistin

Di bin drûşmeya” Teqez em ê bi ser bikevin” Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, civîna xwe ya salane li dar xist li ser asta herêma Cizîrê, bi beşdarbûna hemû endaman, li navend Baqî Xido ya çand û huner li bajarê Kobanê.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpêkir ji bo giyanê şehîdan, piştre Bekir Haj Îsa hevserokê hevbeş yê buroya têkiliyên siyasî yê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li ser rewşa siyasî axivî, û tekez kir ku herêm di qonaxeke hestiyar derbas dibe, nemaze Ii Rojhilata Navîn, civîna salane di vê qonaxa hestiyar tê li dar xistin, ji dîroka gelê me û ew li hember hovtrîn dagirker û retorê tê ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, bi mayîna aloziya Sûriyê re bêyî çareserî bi sedema destwerdanên herêmî û bêserûberiya rêjîmê û redkirina wî ji diyalogê re ya ku Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriya pêşîniyar kiriye, Haj Îsa tekez kir: Destê me vekiriye ji her kesê ku baweriya xwe bi diyalogê û çareseriya aştiyane tîne weke derketinek ji aloziya Sûriya yê re.

Haj Îsa zelal kir ku civîna salane ya ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Firatê ew e gaveke têkoşînê ye bi rihê ciwanan di vê qonaxa hestiyar de ji bo Sûriyek ne navendî demokratîk, û ji aliyê din li dar xistina vê civînê tê wateya berxwedana dagirkeriyê û têkbirina pilanên Tirkiya û şerê wê yî taybet ya ku li dijî ciwanan pêk tîne ji bo têkbirina vîna azad.

Rapora salane bi her du zimana Erbî û Kurdî ji hêla endamê meclisa ciwanan Enwer Şêxo hat xwendin, ku kar û çalakiyên ciwanan di der barê sala 2020’an de dihewîne.

Her wiha Senevîzyonek hat pêşkêş kirin li ser çalakiyên rêxistinî ên ciwanan, yên ku tekez kirin ku ew bi rihê têkoşînê wê berxwedanê bikin heta bidawîkieina dagirkeriyê.

Beşdaran pêşîniyar û nirînên xwe dan li ser mekenîzmeya kar, û danîna pilanên pêşerojê ji bo sala 2021’an de.

   

    

    

 

 

Back to top button