ÇalakîManşêt

Bese ji dagirkeriyê, dem dema parastina şoreşê ye

Li Kobanê meşek hat li dar xistin di bi drûşmeya” Bese ji dagirkeriyê, dem dema parastina şoreşê ye” di hindirê benameya ku Partiya Yekîtiya Demokrat da destpê kirin di 14 Eylûnê.

Meş ji qada Jina Azad destpê kir û li qada Aştî bi dawî bû, bi tevlîbûna şêniyên kantona Kobanê, her wiha endam û rêveberiyê di saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî.

Meş bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên şoreşê destpêkir, piştre Mihemed Şahîn hevserokê hevbeş yê Rêveberiya Xwser ya herêma Firatê û Bêrîvan Hesen bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat li herêma Firatê axivîn, û wiha gotin di axaftinên xwe de: Di destpêkê em hemû xwepêşandaran silav dikin, û bi rihê berxwedana Heftenînê û bi rihê hemû şehîdên şoreşa azadiyê berxwedana we silav dikin, û hebûna we îro piştgiriya we îsbat dike ji partiya Yekîtiya Demokrat.

Her wiha destnîşan kirin ku rewşa ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de derbas dide rewşeke hesase, ji ber vê yekê divê em weke şêniyên herêma Firatrê bêhtir xwebirêxistin bikin û em amade bin ji her rewşek awarte.

Di dawî de wiha gotin ku ev şoreş diskeftiyên gelê Kurdistanê bi giştî bû, û erka me ye em parastina wê bikin bi hemû awayan.

Meş bi berzkirina drûşmeyan bi dawî bû.

   

Back to top button