ManşêtNûçe

Bêrîvan Hesen: Yekrêziya me parastina dîroka kurda ye 

Bi dirûşma “Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan dagirkeriyê birûxînin û şoreşa jinan misoger bikin” kongereya 8`emîn a Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola (Aram Dîkran) ya Çand û Hûner li Rimêlan hat li dar xistin, bi armanca nîqaşkirina rêbazên birêxistinkirina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwegihandina hemû jinan û derbaskirina astengiyên di civakê de li pêş jinan.

Endama Desteya Rêveber ya Partiya Yekîtiya Demokrat Bêrîvan Hesen ji malpera Partiya Yekîtiya Demokrat re axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir: Weke ku tê zanîn qonaxa ku Sûriya tê de derbas dibe pir hesase, pilanên dewleta Tirk û ewletên hegemonîk li ser Sûriya gelek hene bi taybet li ser herêmên Bakur û Rojihlatê Sûriya, aloziya di Sûriya de çêbû şoreşa 19’tîrmehê karibûn xwe birêxistin bikin, xeta sêyemîn hilbijart ji bo parastina van herêman, sîstema netewa demokrat çêbû ku bi şêwazekî demokrat di hundirê herêmê de bihev re jiyan dikin, sîstema îro ku di sala 9’an de ye xwe birêxistin kiriye ev sîstem metirsiye li ser dewletên hegemonîk û li ser dewleta Tirk ji bo vê yekê giringiya Partiyên Yekîtiya Niştimanî ew e yekrêziya mala Kurdî ye.

Bêrîvan Hesen wiha gotinên xwe domand: Kar û xebatên ku hat kirin û banga ku QSD kir ji bo vê yekîtiyê ji ber ku herêmên me di metirsiyekê de bûn ji ber dagirkirina Girê Spî, Serêkaniyê her wiha Efrîn ber biçave, weke jin di nava partiyên siyasî de bi taybet di hundirê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD de roleke xwe yî serek di yekrêziya mala kurdî de lîst, ji ber vê jî kar û xebatên ku ji me tê xwestin çi di milê siyasî de pêwîste hîn jî pêşngegên jin derkevin, îro di vê qonaxê de jin tên hedef girtin ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê, ji ber ku dema jin xwe bêhtir birêxistin bike ew sîstem wê biserbikeve.

Hesen wiha destnîşan kir: Em bawerin weke jin di yekrêziya mala kurdî de pêwîste ku gavên bi leztir bavêjin pêş, rewşên ku îro em tê de derbas dibin rewşekî pir tenike li gorî wê jî liv û tevgera me ya siyasî hinekî hesastir û bi leztir em gavên xwe bavêjin pêş, ev yekrêziya ku wê biserbikeve tê wateya serkeftina projeya demokrat di hundirê Sûriya de, her wiha tê wateya guhertina destûra Sûriya di demên pêş de, îro li Cinêvrê an li Asîtana yê de ew komîteyên ku ji bo destûrê Sûriya an ji bo Sûriyeke nû rûdinin biser nakevin, tenê temenê aloziyê û êşa gel dirêjtir dike, em bawerin ku ev yekrêzî wê di bin xizmeta pêşeroja Sûriya demokrat wê çêbibe.

Hesen di dawiya axaftinên xwe de  wiha got: Banga me li tevahiya jinên di nava partiyên siyasî de ku pêwîste rolekî wan aktîv hebe, her jinek di nava partiya xwe de ji bo yekrêziya mala kurdî, azadiya xwe û azadiya civakê bixebite, creke din em dibêjin yekrêziya me parastina dîroka kurda ne ji qirkirinê, dijmin xwe birêxistin û bi hêz kiriye ji bo qirkirina kurdan, pêwîste em jî li beramberî wê xwe bi hêz bikin û ji bo yerêziya mala kurdî amade bin, her wiha tevahî cîhan îro li benda azdiya jinan e li Bakur û Rojhilatê Sûriya.

Back to top button