ManşêtNûçe

Berdevkê Karên Derve yê Partiya Çep dewleta Tirk şermezar kir 

Berdevkê Karên Derve yê Partiya Çep a ku yek ji partiyên mûxalefeta Elmanyayê Gregor Gysî ji ANF’ê re axivî û têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 19’ê Mijdara 2022’an de dest pê kir û hê jî dewam dike, bersiv da. Gysî dewleta Tirk şermezar kir û xwest, demildest dawî li êrîşan bên.

Gysî diyar kir tu êrîşek ji axa Sûriyeyê li dijî Tirkiyê nayê kirin û got, “Ji ber vê yekê şer ne şerê xweparastinê ye. Her wiha tu biryareke Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî tuneye ku diyar dike divê Tirkiye êrîşî herêmên di nav sînorên Sûriye û Iraqê de bike.”

Gysî ku di heman demê de yek ji kesayetên pêşeng ên partiya xwe ye, piştî hevdîtinên bi hikûmeta AKP-MHP’ê re bertek tund nîşanî gotinên Wezîra Karên Hundir Nancy Faeser da. Faeser a ku piştgirî da êrîşên dagirkeriyê gotibû ‘Divê êrîş bi rêje bin’.

Gregor Gysî got, “Gotinên Wezîra Karên Hundir gelekî seyr e”. Gysî di dewama axaftina xwe de li ser êrîşên dewleta Tirk got: “Ev êrîş bi tu awayî ne bi rêje ne, ji ber ku her dem kesên sivîl tên kuştin. Mesele ne ev e ku êrîş bi rêje bin, mesele ev e gelo ka li gorî hiqûqa navneteweyî ye yan na. Ji ber ku ev êrîş ne li gorî hiqûqa navneteweyî ye, qaîdeyên navdewletî li vir hatine binpêkirin.”

Siyasetmedarê Elman Gysî diyar kir ku Kurdan bi şerê bejahî yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê destekeke mezin dane Elmanyayê û got, “Her wiha Kurdan li Iraqê Êzidî parastin, ev serkeftinek e ku divê were pîrozkirin.”

Back to top button