ManşêtNûçe

Belgeyeke Hollandayê têkiliyên Erdogan bi tundrawan re eşkere dike

Belgeyeke îstixbaratên Hollandayê ku bi awayekî veşartî hatibû eşkerekirin, têde hate diyarkirin ku têkilî di navbera serokkomarê dewleta Tirk Receb Tayyîb Erdogan û tundrewên Hollandayê, heye.

Li gorî toreya El-Eyn El-Exbariye ragihand ku di belgeyê de hate destnîşankirin ku armancên Erdogan yên”îslametiyê” de ku di civaka Tirkiyê li Hollandayê bi rêya rêxistinên tirkî – holandî belav dibe.

Li gorî belgeyê ku ji 30 rûpelî pêk tê, rêxistinên selefî yên Tirkî têkiliya wan bi rêxistinên Tirkî li Hollandayê pir xurte bi tabyet rêxistinên ciwanan.

Ew kom bi rêya toreyên tevna civakî bi selefiyan re pêwendiyê dikin û dijbertiya rojava dikin.

Di beşekî ji belgeyê de ku bi navê “Îstartîjîka îslambûna Erdogan, çawa selefî sûdê jê digrin” ye îşart bi serokkomarê Tirk hate kirin û zemînek da selefiyan li welatê xwe ku bi demê re desthilata xwe ya siyasî xurt kir.

Her wiha di belgeyê de diyar bû ku têkiliya dewleta Tik bi komên taybet re di nav de çeteyên Tehrîr El-Şam li Sûriyê ku Erdogan derfet da tevgerên terorîst di nav de Cebhet El-Mûxeyerîn El-Îslamiyîn El-Şerqiyîn, heye.

Back to top button