Çalakî

Ayşe Hiso: Em ê li ser şopa şehîdan bimeşin ta rizgarkirina hemû xakên dagirkirî

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) civînek ji bo malbatên şehîdan 25’ê Adarê li taxa Eşrefiyê li Helebê li dar xist.

Civîn bi deqekê rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir, piştre Ayşe Hiso hevseroka hevbeş ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) axaftinek kir û tê de tekezî li ser rola şehîdan li hember dagirkeriya Tirkiyê û bipêkirinên çeteyên wê yê terorîst kir, ku canê xwe feda kirin da ku pêşberî êrîşên Tirkiyê li ser herêmên me bisekinin.

Her wiha Hiso tekez kir: Şehîd û fedekariyê wan ên mezin di damezrandina Rêveberiya Xweser û saziyên wê xwedî rolek mezin in. Û dest nîşan kir ser pêdiviya kar û hevgirtin di nav bera hemû pêkhatiyn de ji bo bidawîkirina pirojeya Rûsî Tirkî ya dagirkirina herêmên me.

Ayşe Hiso hevseroka hevbeş ya Partiya Yekîtiya demokratîk (PYD) bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir:

“Ew çi bikin yan çi biceribênin ew nikarin vîna gel bişikînin, û em di Partiya Yekîtiya Demokratîk, li ser şopa şehîdan bimeşin ta rizgarkirina hemû xakên dagirkirî û ta rizgarkirina rêberê gelan Abdullah Ocelan.”

   

   

Back to top button
Close