ÇalakîManşêtNûçePYD

Ayşa Hiso: Projeya Rêveberiya Xweser çareseriya herî bi bandor e

Partiya Yekîtiya Demokrat bi gotina seroka hevbeş Ayşa Hiso dest pê kir, ku di axaftina xwe de got: “Em Kongreya xwe ya nehemîn di bin dirûşma (bi Ruhê şerê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têkbibin û Sûriya ya demokratîk avabikin) îro li dar dixin. Ji ber vê yekê, dema ku em li ser welatê xwe diaxivin, divê em li ber mezinbûna şehîdên ku jiyana xwe feda kirin da ku em li ser xaka welat jiyanek baş û bi rûmet bijîn bejna xwe bitewînin, û di encamea parastina welat  ji bo parastina destkeftiyên şoreşa me, şoreşa mirov û civakê û bi saya keda şehîdên me û gelê me, wan karîbû belwera Mozayîkê Sûriyê bikin, ya ku em dixwazin ava bikin, bi baweriya ku projeya Rêveberiya Xweser çareseriya herî bi bandor e ku welatî ji herikîna xwînê xelas bike.

Hiso wiha lê zêde kir: “Em dizanin ku dinya bi krîzên bingehên yên rastîn dijî û berfirehkirina vê krîzê encama şer û pevçûnên di navbera hêzên kapîtalîzmê de ne, ev tenê ji bo her aliyek serdest û kontrola xwe ferz bike, û yê din têk bibin, ku li pişt xwe hemû ûrf û nirxên exlaqî bihêle.

Ayşa Hiso di axaftina xwe şerê Rûsiya-Ukraniya destnîşan kir, daxuyand ku ew “şerekî di navbera NATO û Rûsyayê de ye”, û wiha lê zêde kir: “Ev şer ne ji bo berjewendiya gelan e lê belê dê bibe sedema hilweşîna gelan”.

Ayşa Hiso destnîşan kir ku partiya Yekîtiya Demokrat li hemû herêmên bakur û rojhilatê Sûrî karîbû xwe rêxistin bike, bi baweriya ku felsefeya biratiya gelan ya ku ji hêla Rêber Ebdullah Ocelan ve hatî pêşkêş kirin ew  kilîta yekane ji bo çareseriya krîza Rojhilata Navîn e”.

Her wiha Hiso destnîşan kir ku “Siyasetên rejîmên neteweyî yên serdest ên ku civak ji cewhera xwe valakirin, ji ber ku ew rejîmên ku ji hêla hêzên derveyî ve hatine rêvebirin êdî niha li xwe û li wan hêzan bû bar”.

Back to top button
Close