9 partiyên siyasî bi daxuyaniyekê diyar kirin ku armanc ji êrişên hovane ên dewleta Tirk a dagirke qirkirina gelê Kurd e.
Îro 9 partiyên siyasî yên li navçeya Amûdê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dan.
Daxuyanî ji aliyê endama Partiya Yekitiya Demokratî (PYD) Newroz Elî ve li pêşiya Meclisa Navçeya Amûdê hat xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker û qirker hovîtiya xwe ya li dijî gelê Kurd dewam dike, çi bi rêya êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê be.
Her wiha hate destnîşankirin ku armanc ji van êrişan qirkirina gelê Kurd e.
Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî li hemberî van êrişên hovane hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Tevî ku ev êrişên dewleta Tirk hemû zagonên navneteweyî û hemû pîvanên mafên mirovan binpê dike jî, lê belê hemû saziyên peywendîdar ên Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî êrişan xwe bedeng dikin.”
Partiyên ku beşdarî daxuyaniyê bûn wiha ne:
Partiya Yekitiya Demokratîk,
Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriyê
Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
Partiya Guhertina Demoqrat li Kurdistanê
Prtiya Kesk a Demokratîk
Partiya Lîberal a Kurdistanê
Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistanê
Partiya Komarîger a Kurdistanê
Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê.