Derbarê lihevkirina peymanên taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê de, Endama Meclîsa Amadekar a Jinên Suriyê Arîfe Bekir nirxandin kir.
Arîfe Bekir diyar kir ku dê ev bibe destpêka çêkirina peymanên nû û got:
Ji bo pêşeroja Sûriya nû, ev derfetek e û dê rê li ber vegera gelên ku ji Serêkaniyê, Grê spî û Efrînê ên ku bi darê zorê ji axa xwe hatine koçberkirin, veke.
Arîfe Bekir bangawazî li rêveberiya hikûmeta demkî kir ku, proseya nivîsandina destûra nû ji nû ve di berçav re derbas bike û bike destûrek ku mafê hemû gelan misoger dike û wiha domand:
Divê vegera bi ewle ya hemû xelkên ku ji herêmên dagirkirî penaber bûne, were misogerkirin.
Heta niha 6 xalên peymanê pêk hatine.
Di vê madeyê de hat destnîşankirin ku hêzên leşkerî yên ku ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê vekişin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên Asayîşê jî bimînin.
Ev peyman dikare bibe dergehek ji bo danîna bingehên Sûriyeke ne navendî.
Her wiha Arîfe ku di sala 2018’an de piştî dagirkirina Efrînê koçî Qamişlo kiriye, hêviya xwe ya ji bo vegerê jî anî ziman û wiha got:
Şêniyên Efrînê ji ber êrîş û binpêkirinên mafan ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi darê zorê koçber bûn.
Divê hemû gelên Sûriyê ku di van 14 salên dawî de ji cîh û warên xwe bûne, vegerin warên xwe.
Bila vegereke bi ewle pêk bê. Efrîn hîn ne bi ewle ye û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li herêmê wêrankariyê didomînin.
Divê lihevkirin ji bo vegera hemû koçberên li Sûriyê bên kirin.
Divê Tirkiyê li gorî peymanên ku bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hatine kirin, tevbigere.
Di dawiyê de Arîfe Bekir wiha anî ziman:
Pêwîst e hikûmeta demkî proseya destûra nû ji nû ve di ber çav re derbas bike û bike destûreke adil ku mafên hemû mezheban misoger bike.
Divê daxwazên koçberan ên ji bo vegera bi ewle, bên bicîhanîn.